Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) Tuncer Bakırhan di civîna koma partiya xwe ya Parlamentoyê de axivî.
Ji ber îro 21ê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî ye Bakirhan di dema civînê de bi kurdiya kurmancî axivî.
Bakirhanî di destpêka axavtina xwe de Roja Zimanê Zikmakî ya beşdarên civînê pîroz kir û bal kişand li ser girîngiya zimanî zikmakî.
Bakirhanî behsa polîtîkayên asîmîlasyonî kir û got ku li Tirkiyeyê, sed sal berê nêzîkî 20 ziman dihatin axaftin lê îro nêzikî 18 ziman wenda bûne.
Tuncer Bakirhanî di dema axavtina xwe de çend gotinên nivîskar Antti Javalayî xwendin û got “Zimanê min weke çermê laşê min e, zimanên biyanî jî weke cil û bergê min e. Gava ez bixwazim dikarim cilên xwe biguherînim lê ez nikarim çermê xwe biguherînim!” Em jî dibêjin zimanê me ne tenê çermê me ye, ruhê me ye, canê me ye.”
Wî her weha navên ked dane pêşxistina zimanê kurdî jimart û got, “Baba Tahir, Elî Herîrî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Cegerxwîn, Celadet Alî Bedirxan, Apê Mûsa, Ferhat Kurtay, Mehmed Uzun û gelek kedkarên zimanê Kurdî, niha di nav dil û zimanê me de ye. Em bejna xwe li ber keda wan ditewînin. Eyşe Şan di straneke xwe de wiha dibêje: Zimanê Kurdî zimanê me ye / Zimanê kurdî ew taca me ye / Şêrîn û xweş ê ber dilê me ye… Bi vê wesileyê Eyşe Şanê jî rêzdarî bîr tînim.”
“Tirkiye bûye goristana zimanan”
“Gelê me yê hêja, wekî hûn jî dizanin, roja ku dewleta Tirkiyeyê hate avakirin û heta îro zext û zordarî li ser zimanê kurdî xelas nebûn. Zimanê lazî, rûmî, suryanî, çerkesî û gelek zimanên vê axê ji holê rakirin. Di sed salan da ev welat kirin goristana çand û zimanan. Me bi hezaran qaset û pirtûkên kurdî di bin axê de veşartin. Zordarî bi hemû awayî li ser kurdî hat meşandin. Li dîwarên zindanan slogana ‘Türkçe konuş çok konuş’ îro li ser dîwarên dibistanan tê nivîsandin. Lê belê zimanê kurdî li hemberî vê asîmîlasyonê li ber xwe da û heta îro hat û dê her li ber xwe bide.
“AKP dixwaze kurdiyeke bêkurd ava bike”
“Roja AKP bû îqtîdar û heta îro dixwazin kurdolojiyeke alternatîf ava bikin. Li zanîngehan beşa zimanê kurdî vekirin. Xwendevanan ev zanîngeh xelas kirin lê nehiştin ku mamosteyên wê beşê kar bikin, yanî desthilatê atamaya wan nekir. Dersên hilbijêrkî dest pê kirin, televîzyoneke bi navê TRT 6 ava kirin, TRT 6 ji sibehê heta êvarê bi zimanê me heqaretê li me kurdan dike. Dixwazin kurdiyeke bêkurd ava bikin. Dibêjin hûn li gor me kurdî biaxivin. Naxwazin em bi zimanê xwe derd û kulê xwe, hesret û hezkirina xwe, çîrokên xwe bînin ziman.
“Pergala qeyûman neyarê zimanê kurdî ye”
“Piştî darbeye qeyûman, êrişên li ser zimanê kurdî girantir bûn. Gelek rojname, televîzyonên kurdî, ajans, kovar, radyo, weşanxane û gelek dibistanên zarokan hatin girtin. Piştî qeyûman dest danîn ser şaredariyên me, ewilî êriş birin ser sembol û saziyên zimanê kurdî û kurdan. Saziyên wek Kurdî-Der û Enstîtuya Kurdî di salên 90î de jî nehatibûn girtin bi destê AKP û MHPyê hatin girtin. We dît, li Stenbolê li balafirgehê dayikeke me ji ber ku bi tirkî nizane 2-3 saet li ber derî rehîn girtin. Navê Ehmedê Xanî, Celadet Alî Bedirxan, Cegerxwîn û gelek navdarên zimanê kurdî ji tabelayan û ji kolanan rakirin. Navên nijadperestên xwe danîn ser kolan û saziyên gelê kurd. Qeyûm dijminê zimanê kurdî ye! Qeyûm neyarê kurdan e û înşelah em ê van qeyûman bişînin. Erdogan dibêje ‘Li hemberî asîmîlasyonê gere her zarok zimanê dayika xwe bizanibe’. Belê, lê dema ku kurd dibêjin, zimanê me, hemû bi hev re dibêjin hûn terorîst in. Li meclisê hevalên me dema bi kurdî diaxivin weke 'bilinmeyen dil’ an jî ‘anlaşılmayan dil’ tê nîşekirin.
“Hûn zimanê me nas nekin em jî we nas nakin”
“Zimanê me ne ‘bilinmeyen’ ne jî ‘anlaşılmayan dil’ e! Zimanê me zimanê kurdî ye û bi hezar salan e li ser vê axe tê axaftin û zimanekî qedim û nemir e. Ji îro şûnde jî dê wisa be. Ev ziman rûmeta me ye, hebûna me ye, jiyana me ye. Şairekî kurd dibêje: Tu min nas nekî, tu kes jî te nas nake! Em jî îro li vir dibêjin: Hûn me nas nekin, hûn zimanê me nas nekin; em jî we nas nakin! kurd jî we nas nakin.”
Piştî axavtina Bakirhanî ya bi kurdiya kurmancî, Parlamenterê Mêrdînê George Aslan derket ser kursiyê û bi suryankî, Parlamentera Mêrdînê Salîha Aydenîz bi kurdiya zazakî/kirmanckî, Bereket Kar bi erebî, Zeyno Bayram bi gurcî û lazî, Mûrad Mihçi jî bi ermenkî axivî.
(RT/FD)