Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di meha Îlonê de 2 konferansên girîng li dar bixe. Dê di 13ê Îlonê de Konferansa Rêxistinbûnê ya Jinan û dê di 14-15ê îlonê de jî Konferansa Rêxistinbûnê ya Navendî were lidarxistin.
Konferans dê li Odeya Endezyarên Înşeatê (ÎMO) ya Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) were li dar xistin. DEM Partî li gelek bajaran têkildarî konferansê xebatan dide meşandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê hemû hevserokên bajaran, endamên Meclisa Partiyê (PM), delegeyên xwezayî, delegasyona konferansê, nûnerên saziyan û kotayên ji partiyên pêkhateyê re hatine veqetandinê dê tev li konferansê bibin. Dê 200 delege tev li Konferansa Rêxistinbûnê ya Jinan, 360 delege tev li Konferansa Rêxistinbûnê ya Navendî bibin.
Di konferansan de taybetî rexneyên hilbijêran ên di hilbijartinên herêmî de derketine pêş, şêwaza rêxistinbûnê dê werin nîqaşkirin. Herwiha li dijî zext û êrişên desthilata AKP’ê û MHP’ê yên bi ser tevgera siyasî ya kurd û muxalîfan, dê “seferberiya rêxistinbûnê dest pê bike.
Li gorî agahiyên bi dest ketine pirsgirêka sereke ya DEM Partiyê di hilbijartinên herêmî de jiyaye yek jî kêmaniya têkiliyê ya di navbera navenda giştî ya partiyê û rêxistinên li herêmê ye. Ev yek jî rê neda têkiliyek rast di navbera navend û gel de were sazkirin. Di konferansê de tevî çareseriyên van pirsgirêkan dê ji Partiya Kedê ya Gel (HEP) heya niha tecrubeyên 32 salên di têkoşîna demokrasiyê de derketine pêş û ji bo dema pêş şêwazên rêxistinbûnê berçav werin derbaskin û modelên pratîktir dê berçav werin girtin.
(TY/AY)