Fotograf: İHD
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê(YE) û dîplomatên ku ji mafên mirovan berpirsin yên 11 welatî serdana Ozturk Turkdogan, Hevserokê İHDyê ku 19ê Adarê de hatibû desteserkirin û piştre bi şertê kontrola edlî serbest mabû. Kirine.
Li gorî parvekirina li ser hesabê Twîtterê yê Delegasyona Tirkiyeyê ya YEyê, serdan di çarçoveya Stratejiya Herêmî ya Parastin û Piştgirîkirina Mafparêzan Li Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê pêk hatiye.
Li gorî zanyariya ku di malpera İHDyê de hatiye belavkirin, Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê(YE) û dîplomatên ku ji mafên mirovan berpirsin yên Balyozxaneyên DYA, Almanya, Fransa, Siwêd, Hollanda, Belçîka, Îspanya, Danîmarka, Îsvîçre, Norweç û Kanadayê tevlî serdanê bûne.
Di serdanê de pêvajoya desteserkirina Turkdoganî, îdiayên di lêpirsînê de, rewşa mafparêzan û rewşa heyî ya mafên mirovan ya li Tirkiyeyê hatine gotûbêjkirin.
(EKN/AY)