Partî û rêxistinên Kurdan li Amedê bi daxuyaniyeke hevbeş, deklarasyona Newroza îsal ragihandin. Her weha Hevseroka Giştî ya DBPê Saliha Aydenîzê da zanîn ku Newroza îsal dê li 43 navendan bê pîrozkirin û agirê ewil ê Newrozê jî li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bê vêxistin.
Newroza îsal ku dê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” bê pîrozkirin, diyarî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn hate kirin. Starta Newrozê bi deklarasyonekê li Amedê hate dayîn. Deklarasyona Newrozê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku Yekitiya Platforma Jinên Kurd, Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Partiya Azadî û Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) jî îmze kirin, li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê hate ragihandin.
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldanê di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku ji ber bobelata erdhejê ew ê Newroza îsal bi coşeke cejnê pîroz nekin û got: "Dixwazim diyar bikim ku em ê Newrozê bi coşeke cejn pêşwazî nekin. ji ber ku Newroz bi sedsalan yek ji cejnên kevnar ên gelê Kurd e li van axên qedîm, ez dixwazim bibêjim ku em ê îsal ne bi coşeke cejnê, lê di atmosfereke şînê de vê yekê bikin.
"Em ê nîşan bidin ku em natirsin"
Her wiha Buldanê got, "Di demeke ku herî zêde pêwîstiya me bi parastina jiyanê heye li dijî vê ferman û têkoşînê, em dixwazin li qadên Newrozê peyama 'Dema we êdî hatiye, gelên Tirkiyeyê guhertinê dixwazin' bidin hikûmetê. zêdetir ji bo avakirina sîstemeke ku wê zindî bihêle. Peyama din a ku em ê bidin jî ew e ku em ê li hev bicivin û bi tundî ji tifaqa AKP û MHP’ê re bi hinceta Newrozê bibêjin ku em li hember hikûmetê natirsin, em natirsin, em tu carî bêhêvî nabin, em tu carî dev jê bernadin.”
Hevseroka Giştî ya DBPê Saliha Aydenîzê da zanîn ku Newroza îsal dê li 43 navendan bê pîrozkirin û agirê ewil ê Newrozê jî li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bê vêxistin. Aydenîz, destnîşan kir ku dê li gelek navendan agirê Newrozê bê gurkirin, ji îktîdarê hesab were pirsîn û dê di 17 û 18ê Adarê de jî çalakiyên bîranînê li dar bixin.
Deklarasyona Newroza 2023yan wiha ye:
Bi dilekî xemgîn lê bi hêvî û bawerî em Newroza 2023yan pêşwazî dikin. Erdheja Mereşê li 11 bajaran bandoreke mezin li ser 15 milyon kesî kir. Em bi êş û jan û bi şîn Newroza 2023’yan pêşwazî dikin. Pêdiviya piştgirî û piştevaniyê ji her demê zêdetir e.
Bi erdheja Mereşê, careke din hat dîtin ku heqîqeta bi salan e em ji bo wê têkoşîn dikin piştrast bû. Ew heqîqet jî ev e: desthilatiya navendî li hemberî feraseta rêveberiyên herêmî têk çû. Ev model bi erdhejê re careke din aşkera bû. Li hemberê pergala navendî, îro pêdivî zêdetir bi pergala herêmî heye.
"Erdhejê bandoreke mezin li yekîtiya neteweyî ya Kurdan kir"
Bi erdhejê re me dît ku ev pergala giran, ev burokrasiya riziyayî, xisarên mirovî zêdetir kirin. Faşîzma AKP-MHPê ya ku rêveberiyên herêmî tasfiye kir, bû sedema van encaman. Feraseta otorîter bingeha vê têkçûnê ye. Li aliyê din jî piştgirî û piştevaniya piştî erdhejê derket holê bandoreke mezin li ser ruhê yekîtiya neteweyî ya Kurdan kir. Derket holê ku tenê bi pergala xweseriya demokratîk em dikarin rizgar bibin û paradîgmaya komara demokratîk ava bikin.
"Em tecrîda li ser Birêz Ocalan qebûl nakin"
Ruhê Newrozê ruhê coş û vejînê ye. Em her sal Newrozê bi vî ruhî pîroz dikin, lê em ê di Newroza îsal de bi zêmar û lawjeyan hemû qurbaniyan bi bîr bînin. Kerb û kîna me zêde ye, êşa me giran e. Lê em ê bi ruhê serhildana Kawa ya li hemberî Dehaqê zalim, hesabê ji faşîzma AKP-MHPê bipirsin. Em di vê Newrozê de careke din tecrîda li ser Birêz Ocalan qebûl nakin û em bang dikin ku ji bo birêz Ocalan rola xwe ya dîrokî bi cih bîne divê rojek berî rojekê tecrîd bê rakirin û divê hemû girtiyên siyasî bigihîjin azadiya xwe. Dîsa Newroza 2023an mizgîniya xelasiya ji desthilatiya AKP-MHP’ê ye. Em ê bi ruhê Newrozê amadekariyên xwe yên hilbijartina 2023yan bikin û bi ser bikevin.
Em ê vê pergalê biguherînin
Siyaseta Kurd; yek ji stûnên sereke yên stratejiya hilbijartinên 2023an e, banga me ew e ku bandora dezgehên siyasî yên rejîmê li Kurdistanê, li ser sindoqan, were şikandin û em careke din li qadên Newrozê yên ku bûne qadên azadiyê biqîrin ku şertê sereke yê Enqereya demokratîk, Amed a demokratîk û azad e.
Bi pergala rant, talan û gendeliyê, gelên me mehkûmî avahî û xaniyên riziyayî kirin. Di encama vê pergalê de gelên me zirareke mezin dîtin. Lê em vê pergalê qebûl nakin, gelên me qebûl nakin. Berpirsyariya me ya dîrokî û siyasî ew e ku em ê vê pergalê biguherînin û pergaleke birêkûpêk ava bikin. Bi taybetî em ê bi pêşengiya ciwanan û jinan û bi hêz û îradeya gelên xwe vê pergalê biguherînin. Em ê Newroza 2023yan, bi vî ruhî pîroz bikin û her derê bikin qadên Newrozê.
“Her Der Newroz, Her Dem Azadî”
Ji ber vê yekê bernameya Newroza 2023yan, li ser van esasan hate amadekirin. Em ê îsal bi dilekî xemgîn, bi şîna deh hezaran kesan, bi kerb û kîn, lê bi ruhê Newrozê li qadan bin. Bobelateke mezin hate serê gelên me, lê em dîsa jî bi hêvî ne. Em ê bi ruhê yekîtiya neteweyî û bi ruhê piştgiriyê ya ku piştî erdhejê derket holê, li qadan bin û hemû qurbaniyan bi bîr bînin.
Newroz; mizgîniya biharê, ahenga mirov û xwezayê ye, Newroz vejîn e. Em ê li dor agirê Newrozê germ bibin û careke din bibêjin edalet, aştî û azadî.
Em dibêjin, “Her Der Newroz, Her Dem Azadî” û hemû gelên xwe dawetî qadên Newrozê dikin. Em di serî de Newroza gelê Kurd û Newroza hemû gelan pîroz dikin. Em hêvî dikin Newroza 2023’yan bibe Newroza aştî, wekhevî û welatekî azad.
"Rakin Meşaleya Newrozê"
Piştî daxûyaniyê strana Newroza îsal hat pêşandan. Strana Newroza îsal ku dê bi dirûşmên “Her der Newroz her dem azadî" û "Bi agirê Newrozê re ber bi azadiyê ve” bê lidarxistin, ji hêla nivîskar Mihemedê Pîrosî ve hatiye nivîsandin. Her wiha Kolektîfa Navendên Çanda Mezopotamyayê jî striya ye. Piştî nîşandana strana Newrozê, Parlamenterên HDPê peyamên xwe yên Newrozê ji bianetê re ragihandin.
Deklarasyona Newroza 2023yan li Amedê hate ragihandin û strana Newroza îsal hat pêşandan. Strana Newrozê “Rakin meşala Newrozê" pic.twitter.com/tZfW2HUWWn
— roza sierra (@rozasiera) March 10, 2023
"Em ê vê newrozê bikin serkeftina gelê Kurd"
Parlamentera HDPê ya Mêrdînê Pero Dûndarê anî ziman ku ew ê vê newrozê bikin serkeftina gelê Kurdan û got: “Ne ji ber erdhejê bûna newroza 2023an me yê bi rihê berxwedanê bi rihê rêxistin û hevgirtinê pêk anîbûna lê dîsa jî wateya Newrozê nayê guhartin em ê li hemberî neheqiyê, zordestiyê agirê newrozê vêxin. Ev newroz ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn bi wate ye. Sedema şîna me sedema raperîn û berxwedanê ye em ê newrozê bi vê rihê pîroz bikin. Em ê li her derê agirê newrozê geş bikin. Hilbijartinek jî pêşiya me ye ev hilbijartin em ê bi serkeftina gelan bi itifaqa gelan bi itifaqa jinan, zarokan û her kesî re pêk bînin. Em ê hem li canên me yên ku winda kirine xwedî li wan derkevin hem jî bo hilbijartineke xurttir em ê rêxistina xwe xurttir bikin. Niha dem dema sazî û partiyên Kurdan e. Em ê vê newrozê bikin serkeftina gelê Kurdan."
Parlementera HDPê ya Amedê Remziye Tosûnê jî peyama xwe ya newrozê wiha anî ziman: “Peyama me ya newroza 2023an divê Tirkiye êdî ber bi azadî û demokrasiyê ve biçe serî de jî azadiya birêz Ocalan rol û misyona xwe bimeşîne ku civaka Tirkiyê û Kurdistanê ji nav vê kaosê derkeve û ber bi azadiyê ve bimeşe.”(RY/AY)