Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Guardianê li gor daneyên Rêxistina Saxlemiyê ya Cîhanî analîzek amade kiriye. Li gor analîzê li Ewropayê 2. bajarê hewaya wê herî pîs Êlih(Batman) e, bajarê sêyem Colemêrg e.
Li analîzê agahiyên li ser hewaya Amerîka, Ewropa, Efrîqa û Asyayê hene.
Li gor lîsteyê ji dehê heştê bajarên hewaya wan herî pîs, bajarên Tirkiyeyê ne.
2. bajarê hewaya wê herî pîs a Ewropayê Êlih e û 3. bajar Colemêrg e. Pey van bajaran ev bajar hatine rêzkirin: Dîlok, Sêrt, Afyon, Karaman, Igdir û Isparta.
Pîsîya hewayê wek yek ji mezintirîn kêşeyên derdorê tê hesibandin.
Yekîtîya Derdor û Saxlemiyê(HEAL) raporek belav kiribû û eşkere kiribû ku hewaya Ewropayê di asteka welê de ye ku metirsîyê li ser jiyana mirovan çêdike. (NV/MB)