* Fotograf: DEDEF
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) bi boneya balê bikişîne ser Projeya Rekreasyonê ya Avzêmên Mûnzûrê li avahiya Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistiye. Endam û rêveberên DEDEFê beşdarî civînê bûne.
Hasan Şen, Sekreterê Giştî yê DEDEFê di civînê de axiviye û diyar kiriye ku bi salane dixwazin li ser çanda dersîmê vê projeyê pêkbînin û em jî ji bo ev proje pêk neyê têdikoşin û weha gotiye:
“Di rastiyê de texrîbatên ku li tevahiya vî welatî tê pêkanîn, em rengdayîna wan texrîbatan di erdnîgariya xwe de dibînin. Di encama têkoşîna ku me ji bo vê dane de gelek rêvebirên me hatine desteserkirin, girtin û cezayên pere lê hatine birîn. Lewra em rê nadin ev projeya li erdnîgariya me de were pêkanîn”
Bi vê projeyê dixwazin çanda me tune bikin
Yûsûf Ziya Demîrçîvî, rêveberê DEDEFê daxuyaniya hevpar xwendiye û destnîşan kiriye ku Avzêmên Mûnzûrê bi projeyên talanê û rûxandinê re rûbirû ne û gotiye: “Em ê wek gelê Dersimê li ber her cûre projeyên talanê rabin. Ji bo baweriya elewîtiyê Kaniyên Mûnzûrê meskenek pîroz e. Bi vê projeyê dixwazin çanda me tune bikin. Ev projeyek rûxandinê ye. Gelek caran çalakiyê xwedî derketina xweza û erdnîgariya Dersimê hatine lidarxistin û bi astengiya re rûbirû maye. Gelê Dersimê ku xwedî li ax, av, daristan, çand û baweriya xwe xwedî derdikeve lê îradeya wan tê astengkirin. Lê belê Mûnzûr azade, wê azad biherike.” (TP/AY)