Fotograf: MA
DEDAŞ, Şîrketa Anonîm a Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê ji 7 Çiriya Paşiyê û vir ve, bi sedema nedayîna deynê elektrîkê av û elektrîka gundên Hêtma, Cêleka, Dîlpkê, Kanîhêjîrê, Şehrika, Şewê, Bana, Kereşa, Bizina, Tarûnî, Gîrî û Şikeftaspî yên girêdayî navçeya Basayê ya Şirnexê qut kiriye.
Ji ber vê rewşê niha 13 gund 17 rojin bê av û elektrîk in. Gundî ava xwe ji navçeyê tînin. Li gor nûçeya Zeynep Dûrgûtê li Ajansa Mezopotamyayê hatiye weşandin, deynê gundiyan yê 20 sal berê ye û faturayên wan ji gundiyan re neçûne. Ji van gundan tenê ji gundê Tarûniyê re 858 hezar hatiye birîn.
Di heman demê de li gorî îdîayên gundiyan, xebatkarên DEDAŞê çûne çend gundan û ji wan bertil xwarine. Di berdêla wê de ceyran û av ji bo demekê ji gundiyan re hatiye berdan.
“Tenê ji gundeki trîlyonek lîre tê xwestin”
Mehmet Erbey, Endamê Meclîsa Şaredariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê navçeya Basayê derbarê mijarê de diyar kiriye ku 13 gund gişt jî bên firotin welatî nikarin van fatureyan bidin û wiha gotiye: "Li herêmê bi salan e pirsgirêka av û elektrîkê heye. Erka me ya sereke ew e ku em vê yekê bipirsin û lêkolîn bikin. Ev pirsgirêk bi salan e heye û bi ti awayî nehatiye çareserkirin. Ev gunde hewcedariyên xwe yên avê ji bîran peyda dikin. Ji ber ku ev şebekeya avê jî bi trafoyê ve girêdayî ye, dema ku elektrîk nebe ev bîr jî naxebitin. Ji van 13 gundan, pereyê fatureyên ku 20 sal berê nehatin dayîn, tê xwestin.
“Deynê 20 sal berê komkirine û niha pereyê van faturayan ji gundiyan dixwazin. Xebatkarên DEDAŞê bi berdewamî diçin van gundan û ji gel re dibêjin deynê xwe bidin. Gundî jî ne di rewşeke wisa de ne ku vî pereyî bidin. Elektrîka van gundan 13 roj in qut bûye û av nayê dayîn. Gel di rewşek xirab de ye.Niha, ev gundiye bi traktoran têne navenda navçeyê û ava xwe ji wir tînin.
"Ji gundê Tarûnî re 855 hezar lîre hatiye birîn. Tê gotin ji gundê Hêtma re nêzî trîlyonek hatiye birîn. Di vê qeyranê û nexweşiyê de ev gundiye dê vî deynî wê çawa bidin? DEDAŞ şûna birîna ceyran û avê dikare çareseriyek din bibîne. Ma pere ji van mirovan pir çêtir û girîngtir e?”
“Bi qutkirina av û ceyranê re me ceza dikin”
Welatiyekê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide, diyar kir ku xebatkarên DEDAŞê bi berdela berdîlê av û elektrîka wan berdane û wiha bertek nîşanî vê yekê da:
“Bi birîna av û ceyranê dixwazin me terbiye bikin. Bi salane li gundên me pirsgirêkên ceyran û avê heye. DEDAŞ bi birîna ceyran û avê her tim gefê li me dixwe. Gelek caran muxtarê gundê me, kartonên cigarayan ji wan re dikirin da ku DEDAŞ ceyrana me nebire. Bi vî awayî av û ceyrana me berdidan. (FD)