Dê û xwişka Gulistan Dokûyê serbest bûne
![Dê û xwişka Gulistan Dokûyê serbest bûne](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/230/421/original/gülisten-12.jpg)
Fotograf: Medyaya civakî
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan Bedriye Dokû, dêya Gulistan Dokûyê û xwişka wê Aygul Dokû desteser kirine. Gulistan Dokû di 5ê Çiriya Paşiyê de winda bûbû û ev 9 meh in ku ti zanyarî jê nayê standin.
Bedriye Dokû, dêya Gulistan Dokûyê û xwişka wê Aygul Dokû îro saet di 12.00ê de li Qada Seyid Rizayî dest bi çalakiya rûniştinê kirine. Polîsên Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê xwestine ku çalakiyê bidawî bikin û bi qasî saetekê bi malbatê re axiviye.
Piştî ku malbatê gotiye ew ê çalakiya rûniştinê bidawî nekin, polîsan Bedriye Dokû û Aygul Dokû desteser kirine.
Bedriye Dokû û Aygul Dokû piştî li emniyetê îfadeyên wan hatine wergirtin, duh (7ê Îlonê) di saetên êvarê de serbest bûne.
“Polîsan ew dorpêç kirin”
Şukran Yilmaz Koç, endama Platforma Jinan a Dêrsimê ji bianetê re got ku, jinan jî xwestin beşdarî çalakiyê bibin lê polîsan destûr neda. Koçê wiha dewam kir: “Destûr nedan ku kesên li derdorê nêzîkî malbatê bibin. Platforma Jinan a Dêrsimê xwest ku beşdarî çalakiyê bibe lê polîsan malbat dorpêç kirin.
“Midûrê Emniyetê hat ji bo bi wan re biaxive lê Aygulê jî û dêya wê jî gotin ew ê çalakiyê bidomînin. Piştî hevdîtinê Aygulê dîsa daxwazên xwe anî ziman. Got ku ew dixwazin Zeynal were girtin, E.Y. zirbav bixin nav lêpirsînê û bi Serokomar Erdoganî re bicivin.
“Polîsan paşê dê û xwişk xişxişandin û desteser kirin. Serê dêya wê ber bi jêr ve daxûl kiribûn. Birin Emniyetê. Gotin sendîka, partiyên siyasî, jin, ti kes wê nikaribe beşdarî vê çalakiyê bibe.” (RT/FD)
Derbarê welatiyê ku li Şirnexê got, ‘Biaxive, tu ji kû yî’ de lêpirsîn hat vekirin
![Derbarê welatiyê ku li Şirnexê got, ‘Biaxive, tu ji kû yî’ de lêpirsîn hat vekirin](https://static.bianet.org/haber/2024/04/19/sirnak-ta-konus-sen-nerelisin-diyen-secmene-sorusturma.jpg)
13emîn Dadgeha Cezayê Giran, biryara Dadgeha Destûrê pêk neanî û dosye şand Dadgeha Bilind
![13emîn Dadgeha Cezayê Giran, biryara Dadgeha Destûrê pêk neanî û dosye şand Dadgeha Bilind](https://static.bianet.org/haber/2023/12/27/mahkeme-aym-kararini-uyguladi-can-atalay-tahliye.jpg)
Dadgehekê Mizraklî bi 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê ceza kir
![Dadgehekê Mizraklî bi 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê ceza kir](https://static.bianet.org/haber/2023/11/29/mizrakli-ya-9-yil-4-ay-15-gun-ceza-tutukluluguna-devam.jpg)
Aysel Tûglûk serbest bû
![Aysel Tûglûk serbest bû](https://static.bianet.org/haber/2023/11/08/aysel-tugluk-gozaltina-alindi-adres-belli-cagirsalar-zaten-gidecegiz-1.jpg)
Çalakiya parêzeran a ji bo Can Atalay: Biryara Dadgeha Destûrê bicih bînin
![Çalakiya parêzeran a ji bo Can Atalay: Biryara Dadgeha Destûrê bicih bînin](https://static.bianet.org/haber/2023/10/26/can-atalay.jpg)