Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Çagatay Aksû û Berk Akand ku berpirsiyarên mirina Şûle Çetê ne li 31. Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê cara 5. hatine dadgehkirin.
Di vê dozê da ji bo her duyan jî ji ber sûcên “kuştin”, “êrîşa cinsî” û “gefa azadîyê” cezayê girtina girankirî tê xwestin.
Bersûc Çagatay Aksû û Berk Akand, bavê Şûle Çetê Îsmaîl Çet, xizmên malbatan, parêzerên her du alîyan û parêzerê Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî jî çûne dadgehê.
Gilîkirina di derbarê raporeke 141 rûpelî da
Li gorî nûçeya Bûrcû Yildirimê ya di BirGunê de berîya dozê rêxistinên jinan li ber derê dadgehê gihîştin hev. Pankartên wekî “Ne edaleta mêrane edaleta rastîn” û “ji bo edaletê deng bide” hatine vekirin.
Rêxistinên jinan gotine em ê rapora ku ji 141 rûpelan pêk tê û malbatên bersûcan ji bo bidin wezîrên AKPyî û MHPyî amade kirine gilî bikin. Di daxuyaniyê da gotine “Em ji bo hemû jinên hatine qetilkirin serî hildidin. Heta ku edalet pêk were jî em ê berdewam bikin”
Li dadgehê Mûhammet Fûrkanê ku dildarê berê yê Şûle Çetê ye jî wekî şahid axivîye. Fûrkanî eşkere kiriye ku ew û Şûleyê salek û nîvê di têkiliyê da mane û wisa berdewam kiriye:
"3-4 roj berîya mirina xwe hatibû kargeha min û ji min re gotibû ez ê bi patronên xwe yên berê re biaxivim. Roja bûyerê em bi telefonê axivîn. Wê rojê min nedizanî dê çi bike, lê ne ji ber ku vedişart ji ber ku min jê nepirsîbû... an na jixwe ji berê haya min pê xistibû ku dê bi wan re biaxive. Serê sibehê ez bi mirina Şûleyê hesiyam. 3 an jî 4 roj berîya bûyerê ez û rû bi rû axivîbûn. Ji ber ku îdîaya parêzerê bersûcan e dibêjim. Pir fedî jî dikim, herî dawî em 8-9 roj berîya mirina wê bi hev şa bûn. Dîsa bi fedîyeke mezin dibêjim, em ti berevajî bi hev şa nebûne. Psîkolojîya Şûleyê ne xerab bû. Malê boyax kiribûn, kêfa wê li cî bû. Dermanekî psîkîyatrîyê ku tim dixwar tunebû. Cara dawî jî ku me hev dît kêfa wê pir li cî bû, me kêf dikir.”
Parêzerê Berk Akand ê bersûc wekî “Piştî mirina Şûleyê te li ser medyaya civakî wêneyê mirovek ku ber bi jêr ve tê werkirin parve kiriye, çima?” pirsiye. Fûrkanî jî wekî “6 piştî bûyerê hatibû hatibû kişandin ew wêne. Kes li ser psîkolojîya min neaxiye, min bajarê lê dijîm guhertiye.”
“Min nexwest li rûyê bersûcan binihêrim”
Piştî ku Fûrkanî gotiye eşkere bûye ev bûyera kuştin û tecawuzê ye Îskender Palayê ku parêzerê Berk Akandî ye pirsa “Gelek mirov hatin dadgehê, tu çima nehatî? Te nexwest li rûyê bersûcan binêrî?” jê kiriye û Fûrkanî jî wekî “Na, min nexwest li rûyê wan binêrim” bersiv daye.
Nameyên bersûcan eşkere bûn
Onûr Tatarê ku parêzerê malbata Şûle Çetê ye gotiye parêzerê bersûcan berîya dadgehê name ji wan re şandiye. Tatarî gotiye “Li gor îdîayan van nameyan Cagatay Aksûyî ji bo Berk Akandê ji ber heman sûcî tê dadgehkirin nivîsandine. Bila Cagatay Aksû û Berk Akand li nameyan binêrin.”
Cagatay Aksûyî pirsa Parêzer Tatarî ya “We çima pêdivî dît û ji hev re name şand?” wekî “Ji ewil va me nedikarî hev bibînin. Dosye ji min re dihatin. Min tenê ewrakên diketin nav dosyeyê ji Berkî re dişandin” bersivandiye.
Berk Akandî gotiye “Dema me hev dît Cagatay dabû min. Cagatayî ji min re qala hin tiştan dikir. Dema em dihatin vê derê dida min”.
“DNAya we hatiye dîtin”
Parêzerê Şûle Çetê Tatarî ji Cagatay Aksûyî pirsa “Te di nameyeka xwe da ji Berk akandî re gotiye ‘An em ê bi hev re derkevin an jî binkevin’ te çima wisa gotiye” kiriye.
Bersûc Cagatay Aksû gotiye “Ji ber ku em li vê derê tên darizandin diyar e. Ji bo vê derê min wisa gotiye. Normal e ku wisa bibêjim. Tu dixwazî bigihînî ku derê?”
Piştî ku parêzer Tatarî gotiye “Tê gotin ku ji deh tiliyan li ser neh tiliyên cenazeyê Şûleyê DNAya bersûcan hatiye dîtin” parêzerê bersûcan îtîraz kiriye. Parêzeran demekê gotinan ji hev re gotine..
Çagatay Aksû gotiye “DNAya min li serê nehatiye dîtin, derewan dike ezbenî.”
“Delîl hatine paqijkirin”
Ûmûr Yildirimê ku parêzerê malbata Çetê ye gotiye hemû telefonkirin û peyamên navbera Pinar Tûrgûta şahid û Berk Akandê bersûc hatine jêbirin.
Dozgerî mitaeleya xwe eşkere kiriye
SDozgerîyê mitaelaya xwe eşkere kiriye. Di mitaelayê xwe ji bo Cagatay Aksûyê bersûc ji ber sûcê kuştina bizanîn xwestiye were dadgehkirin û ji ber êrîşa cinsî jî were cezakirin. Ji bo Berk Akandê bersûc jî xwestiye ji ber sûcên alîkirinê û kuştina ji qestî were cezakirin.
Biryara navbeynî hatiye eşkerekirin
Dadgehê biryar daye ku girtîbûna bersûcan bidome. Dê di 4ê berfanbarê de careke din jî dadgehkirin berdewam bike.
Duruşma sonrası açıklama yapanPiştî dadgehê Komîsyonên Ji Bo Şûle Çetê Edalet wekî “Ev dadgehkirina 5. e ku em li benda edaletê ne. Ev dadgehkirina 5. e ku em li derewên kujeran guhdarî dikin. Her tişt eşkere ye lê dîsa kujer nehatine cezakirin.”
(EMK/GN/MB)
*Gernas Nenasî ev nûçe wergerandiye