Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Partiya Herêman a Demokratîk(DBP), Kongreya Civakên Demokratîk(KCD), Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) û Tevgera Jinên Azad ji bo li referandûmê dengê “na” bê dayin danezana hevpar eşkere kir.
di dema xwendina danezanê de pankarteka li ser “em bi rûhê Newrozê ji bo demokrasîyê têbikoşin, em bi NAyê ji dîktatoriyê re bibêjin na” hatî nivîsîn hatibû hilavistin.
“Divê Makeqanûna Komara Demokratîk be”
Bi danezanê beşdaran eşkere kir ku çareseriya ji bo kêşeyên 90 salan dê bi “Makeqanûna Komara Demokratîk” e.
Di vê Makeqanûnê de divê hemî dîn, bawerî, çîn, gel bi birêvebiriyên siyasî/civakî bêne naskirin.
Divê bingeh birêvebirîyek be ku civak ji aliyê sîyasî/civakî beşdar be.
Bi danezanê hat eşkerekirin ku ev Makeqanûn di serî de ji bo kêşeya kurdan ji bo ti kêşeyan çareseriyan çênake. (NV/MB)