Qirkirina Ermenan a 24ê Nîsana 1915an 109 sal li pey xwe hişt. Di qirkirinê de di navbera 800 hezar û milyonek û 800 hezar ermenan jiyana xwe ji dest dan. Bi boneya salvegera qirkirinê daxuyanî hatin dayîn û banga “hevrûbûnê” hatin kirin.
DBPyê banga hevrûbûnê kir
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di daxuyaniyê de kesên jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî. DBP’ê diyar kir ku polîtîkayên misilmankirin û tirkkirinê bi xwe re ji gelan û baweriyan re qirkirin, êş û mirin aniye. DBP’ê destnîşan kir ku ji ber ku zîhniyeta yekperest xwe neda ber hevrûbûna bi qirkirina 1915’an, bingeha qirkirinên nû amade kiriye. DBP’ê gelek qirkirinên din jî bi bîr xist û banga hevrûbûnê li dewletê kir. DBP’ê ev bang kir: “Dema bi rabûrdiyê re hevrû dibin, divê rêzgirtina ji bo miriyên gelê ermen were parastin, bikarin perestgehên xwe bi rehetî bi kar bînin û li ser bingeha hemwelatiya wekhev gav bên avêtin. Ji bo heqîqeta di Qirkirina Ermenan de derkeve holê dê têkoşîna me bidome.”
Baroya Amedê: Divê edaleta ku birînan di kewîne hebe
Baroya Amedê jî têkildarî mijarê daxuyanî da û qurbaniyên qirkirinê bi bîr anî. Baroyê diyar kir ku ji ber daxuyaniyên wan ên her sal ji bo heqîqetê tên kirin derheqê wan de lêpirsîn tên vekirin û tên darizandin. Baroyê xwest ku ji bo êşên gelê ermen rêz were girtin, bi heqîqetê re hevrûbûn çêbibe û li gorî edaleta birînan dikewîne bê tevgerîn. Baroyê banga hevrûbûnê li dewletê kir.
(AY)