Ji bo nûçeya Îngilizî / Tirkî bitikîne
Îro li avahiya navenda Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) derbarê li Şaredariya Amedê tayînkirina qayumê de civîna çapemeniyê hat lidarxistin.
Hevserokên Giştî yên DBPê Sebahat Tuncel û Kamuran Yuksek, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, parlementerên HDPê Nursel Aydogan, Besime Koca, Dirayet Taşdemir û hevşaredarên HDP û DBPî jî tevlî civîna çapemeniyê bûn.
Yuksek: Dema derbeya 80an de jî qayûm li Amedê hatibû tayînkirin
Hevserokê Giştî yê DBPê Kamuran Yuksek li Şaredariya Amedê tayînkirina qayûmê bi tundî rexne kir û destnîşan kir ku zext û zordariyên îro dişinbin yên serdema derbeya 80an û wiha got:
“Di 12ê Îlonê de jî qayûm dihatin tayînkirin. Amedê di dîroka xwe de 2 caran qayûman dîtine. Dema serdema 12ê Îlonê (derbeya leşkerî) û niha jî dema AKP û Erdogan de.
“Di serdema 12ê Îlonê de jî albayekî li Şaredariya Amedê weke qayûm hatibû tayînkirin. Îro jî dixwazin bi qaymeqaymê ji Enqereyê şandine ve şaredariyê bi dest bixin. Di her du serdeman de jî helwes û armanc wekê hev e. Di serdema 12ê Îlonê de çawa saziyên sivîl û yên medyayê dihatin girtin, îro bi heman awayî tên girtin. Ji ber vê yekê, em vê serdemê jî weke derbekirinê bi nav dikin.
“Kişanak û Anli hatin girtin. Gel ev ne derbekirin e?”
“Di nav salekê de 2700 endamên me hatin girtin. Dest danîn ser 27 şaredariyên me. Di nav rewşeke wiha de ne mimkun e ku em behsa demokasihyê bikin.
“Gultan Kişanak û Firat Anliyê ku gelê Amedê bijartine bi awayekî bêhiqûq hatin girtin. Gelo ev yek ne derbekirin e? Em ê berxwedana xwe ya li dijî darbeya AKP'ê mezin bikin. Ev ne qedera me ye. Em ê vê yekê ti carî qebûl nekin.”
Tuncel: AKP bi darê zorê dixwaze dest dayne ser îradeya gel
Sebahat Tuncel jî di axavtina xwe de bibîr xist, ku wan di 30ê Cotmehê de civîna Meclîsa Partiyê, di 31ê Cotmehê de jî civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya partiyê bi rengekî awarte lidar xistin e û got:
"Em ê ji naih û pê ve bêjin 'Na ji darbeya AKPê re' û bi vî rengî têbikoin. AKP a ku destek ji gel nedît, dixwaze bi zorê dest deyne ser vîna gel. Dixwazin aliyê duyemîn ê darbeyê bi desteserkirina şaredariyên DBPyî bidomînin. Rabûna li ber vê yekê erka me hemûyan e.
“Em ê mal bi mal bigerin û li her derî cih bigirin. Eger em xwe li gorî vê yekê bi rêxistin bikin, em ê bi ser bikevin."
(OU/ÇT/YO)