Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
74emîn Nobeta Edaletê ya ji bo parêzerên girtî, li ber avahiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê vê hefteyê jî berdewam kiriye.
Li gel Farûk Eren Serokê Sendîkaya Basin Îşê, Sezgîn Tanrikûlû û Aykût Erdogdû Parlamenterên Partiya Gel a Komarî (CHP), Dayikên/Mirovên Şemiyê jî vê hefteyê beşdarî nobetê bûne.
Îkbal Eren, xwişka Hayrettîn Eren ê 21ê Çiriya Paşiyê ya 1980yî de piştî desteserkirinê hatibû windakirin li ser navê Dayikên/Mirovên Şemiyê axivî ye û wiha gotiye:
“Em li aqûbeta hezkiriyên xwe dipirsin, ev bûye sûc. Qada Galatasarayê bûye sûc û ew der hatiye qedexekirin. Ji ber ku me li qesrên edaletê edalet nedît, em çûn Galatasarayê. Xwezî dengê me bibihîstana û em li wir rûneniştana.”
Çavlirêye ku parêzerên beşdarî Nobeta Edaletê dibin, vê hefteyê piştgiriya çalakiya Dayikên/Mirovên Şemiyê bikin. (EMK/FD)
* Ev nûçe li gorî zanyariyên ku Mezopotamya Ajansê belav kirine hatiye berhevkirin