Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan(IHD) û Dayikên/Mirovên Şemiyê bi dxuyaniyekê pirsîn, gelo Cemal Kaşikçi li kû ye?
Bixwîne - Erebistana Siûdiyê: Ew rojnameger ji balyozxaneyê derketiye
Komeleya IHDyê û Dayikên Şemiyê daye zanîn ku ew ê bûyerê bişopînin. Dayikan diyar kiriye ku dema zarokên wan jî avahiyên dewletê bû, dewletê heman bersiv didan wan jî.
Rojnamegerekê bi navê Cemal Kaşıkçı [Jamal Khashoggi] piştî çûyî Balyozxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê, bêserûşûn bûye, balyozxaneyê diyar kiriye ku rojnameger ji avahiya wan derketiye.
Balyozxane: Rojnameger ne li nik me ye
Balyozxaneyê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kiriye ku “piştî [Cemal Kaşıkçı] ji balyozxaneyê derketî heke winda bûbe, balyozxane dê bi hevahengiya digel hêzên herêmî û bira şopa wî biajo.”
Rojnamegerê navborî ji bo rojnameyeka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya bi navê Washington Post dinivîsî.
Ji roja sêşemê Cemal Kaşıkçı çûye Balyozxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê û ji hingê ve ti agahiyên li ser rojnamegerî nehatine zanîn.
Tirkiye û DYAyê diyar kirine ku ew ji bo dîtina rojnamegerî kar dikin.
Rojnamegerê 59 salî li rojnameya Washington Postê nûçeyên li dijî prensê Erebistana Siûdiyê, Muhammed bin Selmanî dinivîsî.
(AS/MB)
Wêne: Al Arabiya