Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dayikên/Mirovên Şemiyê ji 27ê Gulana 1995an û vir ve li aqûbeta xizmên xwe yên winda dipirsin. Yanî 25 sal bûye ku Dayikê/Mirovên Şemiyê çalakiyan li dar dixin û di 25 saliya çalakiyên xwe de careke din çûne Qada Galatasarayê.
Dayikên/Mirovên Şemiyê qurnefîlên sor danîne qadê û wiha gotine: “25 sal beriya niha, 27ê Gulana 1995an bi gotina ‘Em Windahiyên Xwe Dixwazin’ em hatin Galatasarayê. Me careke din bi qurnefîlên xwe got, em dest ji windahiyên xwe û ji Galatasarayê bernadin ku em û windahiyên xwe liv ir tên ba hev.”
Li vir Masîde Ocak, xwişka Hasan Ocak ê ku di 21ê Adara 1995'an de hatibû revandin û kuştin, got, 25 sal berê di 1995an de cara yekem em derketin Qada Galatasarayê: “Me li qadan dayikên xwe û xwişk û birayên xwe winda kirin. Lê em ê ti carî dest ji lêgerîna windayên xwe bernedin."
Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo 25em salvegera çalakiya xwe li ser medyaya civakî jî kampanyayek dane dest pê kirin. Dayik/Mirov bi hashtaga #KayıplarımızıAramaktanVazgeçmeyeceğiz (Em ê dest ji lêgerîna windahiyên xwe bernedin) mesajan diweşînin. (FD)
*Çavkanî: MA