Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dayikên/Mirovên Şemiyê 23 sal in ku her hefte, roja Şemiyê li Meydana Galatasarayê kom dibin û xwenîşandanekê pêk tînin.
27ê Gulana 1995ê, komek xwenîşander derketin meydanê û gotin “em mirovên xwe dixwazin” roja Şemiyê xwenîşandara bi mûman 23 nivîsî.
Bixwîne - 600 hefte ne daxwaz yek e: Bila aqibeta yên bêserûşûnkirîn dîyar bibe
Ji sala 1995ê ve daxwazên xwenîşanderan heman tişt in. Roja Şemiyê daxwaz dîsa hatin gotin.
*Ev sîstema ku bêedaletî û bêcezahiştinê çêdike divê ji binî ve ji aliyê yasayî, îdarî û edlî ve bê guhertin.
*Bila polîtîkaya bêcezahiştinê biqede û cezayên sûcdaran bê dayin.
*Bila dewlet diyar bike ka çi hatiye serê zarokên me yên hatîn bêserûşûnkirin.
*Bila mafê me yê zanîna rastiyê bê parastin.
*Bila Tirkiye, Peymana Parastina Her Kesan û Nehiştina Bêserûşûnkirina Wan a Neteweyên Yekbûyî îmze bike û ku bi salan e ji bo îmzenekirinê direve.
(BK/MB)
Wêne: ETHA