Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wêne: Jinnews
Li bajarê Amedê komek jinên bi navê “Dayikên Kefîspî” diyar kirine ku zarokên wan winda bûne û xwestine biçin ber deriyê Rêxistina Amedê ya AKPyê(Partiya Edalet û Pêşketinê). Polîsan rê li wan girtiye û ew desteser kirine.
Dayikan pankarteka li ser “dayik aştîyê dixwazin” hatî nivîsîn vekiriye. Polîsan rêya rojnamegeran girtiye û nehiştiye ew biçin ber derîyê AKPyê.
Pêşiyê polîsan mînîbasek aniye û xwestiye dayik lê siwar bibin wan qebûl nekiriye. Polîsan pênc dayik desteser kirine û bi zorê li wesayita xwe siwar kirine.
Li gor nûçeyeka Ajansa Mezopotamyayê navê dayikên hatîn desteserkirin ev in:
Nazime Yürek, Aklime Hanas, Aysel Tufan, Sultan Aksoy û Vahide (Paşnavê wê nehatiye zanîn).
Ji 3yê Îlonê ve dayikên ku diyar dikin PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê) zarokên wan birine serê çiyayan li ber deriyê HDPyê(Partiya Gelan a Demokratîk) kom bûne.
(HA/MB)