Dayikên Aştiyê yên ji bajarên cûda bi rê ketibûn gihiştin Enqereyê. Dayîk dê dest bi nobeta aştiyê bikin.
Meclisa Dayikên Aştiyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, avetina gavên şênber ên ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji 24 bajarên Kurdan û Tirkiyeyê berbi Enqereyê bi rê ketibûn gihiştin Enqerê.
Nêzî 300 Dayikên Aştiyê ku li Navenda DEM Partiyê ya Balgatê ya navçeya Çankaya ya Enqerê hatine ba hev, dê di seat 12:00an de li Parqa Meclisê werin ba hev û li wir daxuyaniyê bidin.
Li gorî nûçeya Ajansa Welat Dayikên Aştiyê piştî lidarxsitina daxuyaniyê dê li parqa Kurtuluşê Konê Aştiyê vegirin û dest bi nobetê bikin. Dayik dê şevê jî di konê nobetê de derbas bikin.
Dayîkên Aştiyê li Enqereyê li Parka Meclise kom bûn. Dayikan beriya daxuyaniyê bi stran û dirûşman, daxwaza aştiyê kirin. Dayikan piştre daxuyanî dan.
Parlamenterên DEM Partiyê, endam û nûnerên partî û saziyên demokratîk û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.
Dayikan pankarta “Ji bo aştiyê gav biaveje” vêkirin û dirûşmeyên, “Silav, Silav ji Îmraliyê re hezar Silav” û “Em şer naxwazin aştiyê dixwazin” berz kirin.
"Em dixwazin pêvajo bi aştiyê biencam bibe"

Dayika Aştiyê Meryem Korkmaz di daxuyaniyê de axivî, xwest ji bo pêvajoya ku 2 sal in dest pê kiriyê gavên şênber werin avetin û got:
“Sozên hatine dayîn he jî nehatine pêkanîn. Mimare vê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan ê. Em dixwazin azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk were û gavên şênber û pêwîst bên avetin. Pêvajo sekinî ye em vê qebûl nakin. Em dixwazin pêvajo bi aştiyê encam bibe.”
"Heta aşti çênabe em li vir in"

Dayika Aştiya Murvet Demîr jî destnîşan kir ku ew ji bo pêvajo xera nebe ew hatinê li Enqereyê û got:
“Heta aşti çênabe em li vir in. Heta statuya Serokatî pêk neyê, girtî neyên berdan û gerîla venegerin, em li vir in. Em ji bo aştiyê hatin.”
Kezban Kalin a hevjînê wê lêşker bû ye û kurê wê jî dema lêşkeriyê dikir û di darbeya 15ê Tirmeha 2015an de hatiyê girtin û di girtîgehe de tê ragirtin tevlî çalakiyê bû. Kezban Kalin anî ziman ku pêdiviya hemû kesan bi aştiyê heye û got: “Heke hemû dayik astiyê bixwazin, tu kes nikarê li hemberî vê daxwazê bêyî hestiyarî tevbigere.”

Dayik piştî daxuyaniyê ji bo çalakiya nobede derbasî kona li Parqa Kurtuluşe hatiye vegirtin bûn.

Dayîkên Aştiyê dê ji bo "Nobeta Aştiyê" biçin Enqereyê
*Çavkanî û Fotograf: Ajansa Welat
(AY)

