Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî li ber avahiya Edliyeya Rihayê, di roja xwe ya 619em de dewam dike.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê ji bo piştevaniyê serdana malbata Şenyaşarî kiriye. Her wiha hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Mêrdînê jî li gel dayikan çûne serdanê.
“Bila edalet pêk were”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di çalakiyê de yek ji Dayikên Aştiyê Besna Gunayê daye zanîn ku ew li edaletê digerin û wiha gotiye: “Em naxwazin ku ji girtîgehan cenaze derkevin. Bila êdî pêşî li şer û mirinê bê girtin. Dayika Emîne ev nêzî 2 sal in li pey heq, hiqûq û edaletê ye. Em dixwazin ku heq û hiqûq bi cih bê.”
Hevseroka HDPa Mêrdînê Berîvan Bahçecîyê jî gotiye ku ew ji bo bibin dengê Emîne Şenyaşarê hatine serdanê û wiha domandiye: “Vê bêedaletiya li dijî Malbata Şenyaşar bi dawî bikin. Dawî li vê bêhiqûqtiyê bînin. Bila dayik êdî van êşan nekêşin. Em ê her tim li cem Malbata Şenyaşar bin. Em bo Malbata Şenyaşar daxwaza edaletê dikin.”
Dayika Emîne Şenyaşarê jî tiştên ku bi serê wan hatine ji beşdaran re vegotiye û xwestiye ku kurê wê were berdan û edalet pêk bê.
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (AY)