Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê ji bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan duh (17ê Tebaxê) li ber Lîseya Galatasarayê çalakî lidar xistin.
Di çalakiyê de pankart hatin vekirin. Li ser pankarta Kurdî de 'Ez li serokê xwe, axa xwe û azadiya xwe xwedî derdikevim' hatibû nivîsandin. Li ser pankarta Tirkî jî hevoka 'Onderligime, topragıma, özgürlügüme sahip çıkıyorum' hatibû nivîsandin. Parlementera Stenbolê yê HDPê Pervîn Buldan û gelek dayîkên aştiyê beşdarê wê çalakiyê bûn.
Dayîkan biryar dabûn ku 24 saetan çalakiya rûniştinê pêk bînin, lê walîtiyê destûr ne da wê yekê. Çalakiya rûniştinê di bin dorpêçkirina polêsan de hat kirin. Piştî ku Pervîn Buldan kete dewrê, destûr hat dayîn ku 4 saetan çalakiya rûniştinê were kirin
Piştî çalakiya rûniştinê meclisa dayîkan daxuyanî da çapemeniyê û hat ragihandin ku ew piştî hewldana derbekirinê ji ewlehiya Ocalan fikar in û wiha hat gotin:
"Operasyonên siyasî ku her roj tên kirin, li meclisê ferqmeyiliya li HDPê tê kirin, amadehiyên qayûmşandinan, û daxuyaniyên derbarê rakirina parêzbendiyan nîşan dide ku ji bo êrişeke mezin pilan tê kirin. Ji ber vê yekê serokê me tê tecrîtkirin, ti pêngaveke ji bo ewlehiya wî nayê avêtin.
"Em weke dayîn bang dikin;
"Heta ku di çarçoveya çareseriya demokratîk de pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin derbekirin, faşîzm û şer wê her tim bibe qedera siyaseta Tirkiyeyê.
"Pêvajoya çareseriya demokratîk ku di çarçoveya azadbûna Ocalan de were meşandin wê li Tirkiyeyê aştî, demokrasî û jiyaneke azad were avakirin."
(BK/YO)
* Wêne: Nadire Mater