Dayîkên Aştiyê, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê da ku ew dê 1ê Mijdarê de ji bo "Nobeta Aştiyê" ji 24 bajarên cuda ber bi Enqereyê ve bi rê bikevin.
Meclisa Dayikên Aşitiyê, têkildarî pêvajoya aştiyê, rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafên girtiyan, taloqkirina cezayên girtiyan li ber avahiya Şaxa ÎHDê ya Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist.
Li gorî nûçeya Ajansa Welat dayîkan daye zanîn ku ew ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan, girtiyên siyasî û ji bo ku pêvajoya aştiyê bi ser bikeve ew ê roja Yekşemê saet di 10:00an de ji Amedê ber bi Enqerê ve bi rê bikevin û hevdîtinan pêk bînin.
Di daxuyaniyê de li ser navê dayîkan Nezahat Teke axivî û diyar kir ku di banga 27ê Sibatê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di dilê dayikan de hêviyek afirandiye û weha got:
“Lê belê me nexwest ku ev pêvajo du salan an jî sê salan bikişîne. Me xwest ku êdî her tişt di zûtirîn demê de ji aliyekî ve were çareserkirin. Em ji xwe dixwazin ku ev pêvajo bi pêş ve biçe, gavên berbiçavtir werin avêtin û ji aliyê dewletê ve jî hin gav bên avêtin. Berî her tiştî em azadiya Rêberê gelê Kurd dixwazin. Heke Rêbertî azad nebe, tu kes azad nabe. Em dixwazin qanûnên ku dê werin derxistin ne bê manewiyat bin, bigihêjin statuyeke rasteqîn. Bi vê armancê, em jî wekî dayikên aştiyê dê ber bi Enqereyê ve bimeşin. Ji ber ku biryarên şer jî û nîqaşên aştiyê jî li Enqereyê tên kirin. Ji ber vê yekê, roja yekşema em ê di saet 10:00an de ber bi Enqereyê ve biçin. Dayîkên me ji her derê dê ber bi Enqerê ve bimeşin. Em ê konê xwe vegirin û li ku derê pêdiviya me bi çi hebe em ê li vir peyda bikin. Em ê wekî dayîk li vir nobeta aştiyê bigirin. Êdî pêwîst e hin gavên berbiçav werin avêtin.”
"Em êdî naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin"
Di berdewama axaftina xwe de Nezahat Teke da zanîn ku li girtîgehan girtiyên nexweş hene û înfazên van girtiyan tên şewitandin, cezayên wan tên taloqkirin, nayên berdan û wiha axivî:
“Em êdî naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Lê berî her tiştî divê girtiyên li girtîgehan werin berdan û gavên şênber werin avêtin. Bi taybetî em ji rêxistinên civaka sivîl û ji derdorên demokratîk ên li Enqereyê li benda piştgiriyê ne. Em dixwazin her kesê ku di dilê wî de hestê aştiyê heye û ji her çar aliyan ve aştiyê diparêze, li Enqerê piştgiriyê bide dayîkan.”
"Divê her kes bibe dengê aştiyê"
Nezahat Teke di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku daxwaza wan a yekem û bingehîn azadiya Ocalan e û statuya wî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Divê Rêberê Gelê Kurd û girtî bên berdan û ji her çar aliyan ve gavên berbiçav werin avêtin. Em bang ji hemû dayikên cîhanê dikin, ji bo ku ev êş bi dawî bibin divê her kes bibe deng. Ji Amedê û ji her derê divê dayik rabin ser pêyan û piştgiriyê bidin dayikan. Em ê bi girseyeke xurt derkevin ser rê û em hêvî dikin ku em destvala venegerin.”
(AY)

