21 sal li ser kuştina Ahmet Kaymaz (31) û kurê wî, Uğur Kaymaz (12) re derbas bû. Li navçeya Qoser a Mêrdînê polîsan gule li wan reşand û ew kuştibûn.
Di 21ê Mijdara 2004an de Ugur Kaymazê 12 salî û bavê wî yê ajokarê kamyonê, Ahmet Kaymaz, li ber mala xwe hatin gulebarankirin. 13 gule li laşê Ugur Kaymazî ketibû. Çar polîsên ku weke faîl bi salan dihatin darizandin tu ceza nestendin.
Di 21emîn salvegera kuştina Ugur Kaymazî de, em bi diya wî, Makbule Kaymazê re, li ser ka Ugur Kaymaz zarokek çawa bû, xewnên wî, roja wî ya dawî berî ku were kuştin û li ser mijara daxwaza edaletê axivîn.

Di hefteyekê de du caran êrîşî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî kirin
"Min ji Ugur re fanêleyek girtibû û min ew şuşt da ku bi paqijî li xwe bike”
Malbata Kaymaz berî ku ev bûyera ku jiyana wan guherand qewimî, xwe ji bo şîva êvarê amade dikir. Dayik Makbule Kaymaz saetên xwe yên dawî yên bi kur û mêrê xwe re û tiştên ku piştre qewimîn wiha vedibêje:
"Di wê roja dawî de ku ew li malê bûn, min fasûlî, birinc û selete çêkiribû. Xesûya min hinekî nexweş bû û di nav nivînan de bû. Ahmet got, 'Qismet be dê Ugur sibê biçe dibistanê.' Dema ku Ugur diçû dibistanê, bavê wî Ahmet jî ji ber ku ew şofêrê kamyonê bû, wê biçûya Iraqê ji bo kar. Min ji Ugur re fanêleyek kirîbû û min ew şuşt da ku bipaqijî li xwe bike. Piştre min ji Ahmet re got, werin em xwarinê bixwin. Ahmet jî got ka ez biçim tiştên xwe têxim wesayîtê û dû re em dikarin bixwin,' ji ber ku ew sibê diçû ser kar. Ugur jî bi bavê xwe re çû kamyonê û ez jî rojîbûm, min sifre danî û li bendê mam. Piştre min dengê çekan hat. Min ji xesûya xwe re got, 'Ez dengê çekan dibihîzim.' Xesûya min pirsî, 'Çi diqewime?' Min jê re got ku Ahmet û Ugur li derve ne. Zarokên min ên din, Hebîb û Elî, biçûk bûn,û min ew li cem cîranekî xwe hiştin û em ber bi dengan ve çûn.
Di wê navberê de polîsa hatin mal û hemû tişt bela wela kirin. Wêneya leşkeriyê ya Ahmet li dîwêr daliqandî bû; wan ew wêne ji dîwêr rakirin, avêtin erdê û pê lê kirin. Polîsan ji me re gotin, "Di mala we de çek hene, terorîst hene," û wan her tişt wêran kirin. Piştre dozger hat û di vê navberê de, wan xesûya min birin qereqola polîsan. Min hîn jî nizanibû çi qewimîbû, ez çûm min ji polîsên li kolanê ji bo Ahmet û Ugur pirsî. Piştre dozger got, "serê te sax be" lê min fêm nekir; ez di şokê de bûm. Her weha piştre wan ez jî birim qereqola polîsan û pirsî, "Ahmet çi dikir?" Min ji wan re got ku ew ajokarê kamyonê ye û çûye Iraqê. Piştre wan ji bo Ugur pirsî, min got, "Ew diçe dibistanê." Piştre dîsa pirsîn kes tên mala we û diçin an na. Min got, "Na." Min ji wan re got ku hin hevalên Ahmet ji bo serdana cejnê hatine û piştî cejnê dîsa çûne. Piştre ji me re gotin ku kesekî hûn îxbar kirine. Çûn û çenteya Ahmet anîn û kilîda wê vekirin. Wan guman kir ku çek tê de heye. Li hundir nihêrîn dîtin tenê wêne hene wekî din tiştek nîne. Pirsîn, "Ew kî ne?" Min ji wan re got ku ew zarokên min û mêrê min in. Em heta sibehê li qereqola polîsan man. Dema ez sibehê gihîştim malê, ji min re gotin ku Ahmet û Ugur hatine kuştin. Min pirsî, "Ew çawa hatine kuştin?" gotin hatine kuştin. Min got li ku ne?" gotin herî dawî ji bo otopsiyê birin Amedê.”
Di nimêja sibehê de, wan cenazeyên kur û mêrê min anîn û di mizgeftê de şuştin. Ez çûm hundir û min dît ku rû û çavê Ugur vekirî bû, yê Ahmet girtî bû û di kêleka çavê wî de hêstir hebû. Di kêleka çavê wî de birînek jî hebû. Xesûya min dest li rû û çavên herduyan da. Piştre ez li ser hişê xwe çûme û ez birime nexweşxaneyê. Bi salan e, tenê dibêjim, "We cergê min şewitand." We Ahmet û Ugur kuşt. Bila cergê we jî bişewite." Heta ku ez sax bim, Ahmet û Uğur ji bîr nakim.

Ûgûr Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz hatin bibîranîn
"13 gule li Ugurê min ê 12 salî ketin"

Uğur Kaymaz xwendekarê dibistana seretayî bû dema ku hate kuştin. Piştî ku hate gulebarankirin, weke senaryo çekek li kêleka cesedê wî yê bêcan danîbûn û ev dîmen hate weşandin û bi salan di bîra mirovan de ma. 21 sal şûnde, Makbule Kaymazê behsa tûndkariya li wan hatiye kirin a wê rojê dike û her weha behsa zarokatiya Ugur jî dike û weha pê de diçe:
"Uğur mirovekî baş bû, kurê min zarokekî pir delal bû. Me ji wî re erebeyeke destan kirîbû; carinan ew diçû bazarê ji bo kar, carinan jî birayên xwe û zarokên din dixist wê erebeyê û digerand. Rojekê, ew ji bazarê bi firingî, xiyar û tiştên weha vegeriya. Wî got ku wî ew bi pereyê ku bi xwe qezenc kiribûn kirîne û ez pir kêfxweş bûm. Ugur zarokekî pir delal bû; her kesî jê hez dikir. Kes pê aciz nedibû. Xewna wî ew bû ku bibe parêzer; eger sax bûya, dibe ku niha bûya parêzer. Dibe ku neviyên min hebûna, dibe ku min kurê xwe zewicandiba. 13 gule li Ugurê min ê 12 salî ketin. Wan got ew terorîst bû, zarokekî bi şimikan, ku li ber deriyê mala wî ew qetilkirin. Ma zarokekî 12 salî çawa dibe terorîst?
"Cergê min di sote, lê ez dîsa jî aştiyê dixwazim."
Makbule Kaymaz got ku ne di pêvajoya lêpirsînê de û ne jî di darizandinê de edalet pêk nehat:
"Gelo edalet ev e, bila edaletek weha nebe. Ger sûcek wan hebûya bila bihatan herdu jî bigirtan. Lê weha nekirin; hatin û li ber derî ew kuştin. Heke edalet hebûya, qanûn hebûya, ma dê wiha bûya? Em ditirsin ku zarokên xwe mezin bikin; gava ew mezin dibin, li ber derî tên kuştin. Ez bi vê edaletê bawer nakim. Dilê min dişewite, lê ez dîsa jî dibêjim ku ez aştiyê dixwazim. Em naxwazin zarokên me bên kuştin, em aştiyê dixwazin.
Çi bûbû?
Di 21ê Çiriya Paşiyê de, Ûgûr Kaymazê 12 salî û bavê wî hatin kuştin. Hat îdiakirin ku ew “terorîst” bûn.
Ûgûr Kaymaz û bavê xwe li mala wan a li Qoserê hatin kuştin. Kaymaz bi 13 gulleyan û bavê wî bi 8 gulleyan hat kuştin.




