Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dayîka Şemiyê ya bi navê Asiye Koç ku kurê wê Ridvan Karakoç piştî binçavkirinê hatibû qetilkirin, wefat kir.
Ridvan Karakoç bi îşkenceyê hatibû qetilkirin û cenazeyê wî di 3ê Hezîrana 1995an de hatibû dîtin. Dosyeya derbarê kuştina Karakoç de hatibû vekirin jî dibe ku niha ji ber demboriyê were girtin.
Asiye Karakoç di kampanyaya “Bila ceza nedayîn bi dawî bibe, em edaletê dixwazin” ku ji hêla KMMê hatibû lidarxistin de jî cih girtibû.
Kurê wê Hasan Karakoç digot dayîka min ev demeke dirêj ji xeynî navê kekê min ê Ridvan zêdetir ti tiştek nayne ziman.
Hasan Karakoç wiha digot: “Dîsa şansê me heye ku bi awayekî tesadufî be jî me cenazeyê xwe dît û niha mexbereke me heye. Me bi salan qêr kirin, lê ti kesî dengê me nebihîst. Ev dewlet, canek, birayek, rêhevalek ki min e deyndar e.”
Ridvan Karakoç çawa hatibû qetilkirin?
Ridvan Karakoçê 34 salî di partiyên siyasî ên kurdan de dixebitî û di damezirandina Navenda Çanda Mezopotamyayê de jî girtibû. Ji ber van sedeman her tim di bin hedefa polîsan de bû.
Mala malbata Karakoç li Stenbolê bû û ji ber ku derbarê wê de biryara girtina giyabî hatibû dayîn, her tim di bin dorpêça polîsan de bû. Polîsan gelek caran avêtine ser mala malbata wî, gefan li malbatê dixwarin.
Ridvan Karakoç bo van sedeman nikaribûye biçe mala xwe û bi riya posteyê wekalet ji parêzera KMMê Eren Keskin re şandiye. Têkiliya ku bi Keskîn re danîbû ji 15ê Sibata 1995an şûnde qut bû. Piştî vê yekê serdegirtina mala wî jî bi dawî bû û dorpêç jî hat rakirin.
Malbata Karakoç serî li hemû saziyan dan ku derbarê kurê xwe de agahiyek hilînin. Lêbelê ti tiştek nehat gotin û saziyên fermî gotin ku ‘li gel me nîn e’.
Malbata Hasan Ocakê ku ew jî piştî binçavkirinê hatibû qetilkirin, di meha Gulanê de li Dozgeriya Beykozê bi tesadufî wêneyên bedena Ridvan Karakoç ku lê îşkence hatiye kirin, dîtin.
Bi vî awayî derkete holê ku Ridvan Karakoç di 2ê Adara 1995an de hatiye qetilkirin, cenazeyê wî avêtine daristanê, piştî muaneya kuştinê wêneyên wî hatine kişandin û di 26ê Adara 1995an de radestî Tipa Edlî hatiye kirin.
Ridvan Karakoç ku gelek caran hatibû binçavkirin û nimûneya dexmê tiliyên wê hatibû qeydkirin jî piştî qetilkirina wî weke “keseke meçhûl” li Goristan Bêkesan a Altinşehirê defin kiribûn.
Malbata Karakoç di 3ê 1995an de mexberê kurê xwe dîtin û wî ji wir derxistin û li Goristana Taxa Gaziyê defin kirin.
Lêpirsîna ku di 1995an de Serdozgeriya Beykozê dabû destpêkirin de ji xeynî çend nivîsşandinên fermî, ti tiştek nehat kirin. Malbatê di 13ê Sibata 2015an de dîsa gilîname dabûn Serdozgeriya Beykozê. Ji bo daxwaza dadkirina adil û heqîqetê ya malbata Karakoç 21 sal in ti tiştek nehatiye kirin.
Dema Ridvan Karakoç hat qetilkirin; Reşat Altay Serokê Şaxa Terorê ya Emniyeta Stenbolê bû, Midirê Emniyeta Stenbolê Necdet Menzir bû. Mudirê Giştî yê Emniyetê Mehmet Agar bû. Waliyê Stenbolê Hayri Kozakçioglu bû. Herwiha Nahit Menteşe Wezîrê Karên Navxweyî, Tansû Çiller Serokwezîr û Suleyman Demirel jî serokomar bû.
(BK/YO)