Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bi salan şûnde careke din mudaxele li Dayîkên Şemiyê hat kirin. Di rûniştina 615. a li Galatasarayê de daxuyanî hat xwendin û piştre Dayîka Şemiyê Masîde Ocak hat binçavkirin. Ocak piştî îfadedayîna li emniyetê serbest hat berdan.
Masîde Ocak daxuyanî da bianet’ê û got ku ew gotinên di metnê de heyî, di rêziknameya DMMEyê de jî heye.
Di rûniştina vê hefteyê de behsa Qatlîama Basanê hat kirin, kesên qetilkirî hatin bibîranin û daxwaza edaletê hat kirin.
Daxuyaniya wezîr ji min pirsin
Masîde Ocaka hat binçavkirin, piştî serbest hat berdan wiha got:
“Polîsn dema îfadehildanê de bi balkêşî pirsa gotinên wezîrê wê demê Adnan Erkmen ji min dipirsîn. Erkemen wê demê gotibû: “Piştî lêkolînkirinê derket holê ku wê yekê dewletê kiriye. PKKê na, JITEMê kiribû. Lê me nekarî em bînin ziman.” Daxuyaniya wezirê di metne de jî cih girtibû. Min jî di îfadeya xwe de got ku ew gotin aydê min nîn e. Yê wezîr bi xwe ye.”
“Herî dawî 13ê Adara 1999an de tiştek wiha bûbû”
Hukukun üstünlüğüne, demokrasiye ve barışa yönelmiş Türkiye talebimizden vazgeçmeyeceğiz. Hukuksuzluğa boyun eğmeyeceğiz, susmayacağız. pic.twitter.com/VYkshp4nrx
— Cumartesi Anneleri (@CmrtesiAnneleri) 7 Ocak 2017
Masîde Ocak piştî îfadeya li emniyetê serbest hat berdan.
Ocak got: “Herî dawî mudaxeleyeke wiha di 13ê Adara 1999an de çêbûbû. Dîsa me biribûn Qereqola Taksîmê.”
Masîde Ocak xwişka Hasana Ocak e. Birayê wê di 21ê Adara 1995an de piştî binçavkirinê hatibû qetlikirin.
(AS/YO)