Dayika Şemiyê Emîne Ocak di beşa nexweşiyên giran de ye.
Emîne Ocak, dayika Hasan Ocak e ku di binçavan de hatibû windakirin. Her weha Emîne Ocak di 20ê Hezîranê de ji ber têkçûna nefesê krîza dil derbas kiribû.
Hat ragihandin ku Emîne Ocaka 86 salî, ku piştî dilê wê sekiniye birine nexweşxaneyê û di beşa nexweşiyên giran de tê dermankirin.
Maside Ocak, keça Emîne Ocakê têkildarî rewşa tenduristiya dayîka xwe agahî da û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku dayika wê li beşa nexweşiyên giran de di bin çavdêriyê de ye.
Emîne Ocak ji sala 1995an vir ve li dijî windahiyên di bin çavan de ji bo edaletê têdikoşe.
(EMK/AY)
