Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan koça dawî kir
Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan di 12ê Gulanê de wesayîtek lê qelibî û xwîn rijîyabû ser mêjiyê wê. Ayhan piştî 16 rojan koça dawî kir. Cenazeyê Zekiye Ayhan wê îro li Sêweregê were veşartin.
Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan (74) di 12ê Gulanê de li navçeya Sêwerega Rihayê wesîyek lê qelibî û xwînrijiyabû ser mejiyê wê. Her weha Ayhan li nexweşxaneyê dihat dermankirin.
Zekiye Ayhan piştî 16 rojan li nexweşxaneyê koça dawî kir. Cenazeyê Zekiye Ayhan wê îro (29ê Gulanê) li Goristana Nato ya li Sêweregê were veşartin.
Zekiye Ayhan, dayika Yildiz Ayhana ku endama PKKê ye ku di sala 1995an de miribû. Her weha dayîka siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ayhane jî ku di sala 2018’an de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.