Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Xemê Akdogan (85) 15 roj in li Serwîsa Navenda Tipê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil (YY) a Wanê dihat dermankirin. Dayika Xemê îro di danê sibehê de koça dawî kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Akdoganê li Goristana Karşiyakayê hate definkirin. Taziyeya Akdoganê li Mizgefta Merînos a Kolana Surmelî ya Taxa Xaçortê hate danîn.
Xemê Akdogan (85) ji ber zextên dewletê, di sala 1985an de ji gundê Pîrosa Elkê ya Şirnexê koçberî gundê Dotka yê Gever a Colemêrgê bûbû. Ji ber zêdebûna zextan, Akdogan di sala 1997an de koçî Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê kir.
Akdogan, gelek caran hatiye desteserkirin, derbkirin û îşkence kirin. Akdogan, di hemû çalakiyên weke 8ê Adarê û Newrozê de her tim li pêşiya her kesî bûye. (AY)