Dayika Aştiyê Muhsine Ayhanê di 96 saliya xwe de li navçeya Bongilana Çewligê li mala xwe koça dawî kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Ayhanê ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê demeke dirêj di beşa nexweşiyên giran de dihat dermankirin pêr (20ê Tebaxê) koça dawî kir.
Sersaxiyên ji bo Ayhanê dê li gundê Omeran were qebûlkirin. Xizmên wê yên li derveyî welat jî di 25ê Tebaxa 2024an de roja yekşemê li "Carnotstraat 136" a li Antwerpena Belçîkayê sersaxiyê qebûl bikin.
(NK/AY)