Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Malbatên girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan û girtiyên nexweş, di roja 266emîn a Nobeta Edaletê ya Amedê de li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê daxuyanî dane.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya 78an jî piştgirî dane çalakiyê.
“Rewşa girtiyên nexweş giran dibe”
Di çalakiyê de Herdem Mervanî, keça Abdullah Kirtayê ku 30 sal in girtiyê û nexweş e, axiviye. Merwaniyê aniye ziman ku ew 9 meh in bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyayê lê nayên berdan nobeta edaletê digirin û weha gotiye:
“Heta niha tu daxwazên me pêk nehatin. Muxatabên me bersiveke erênî nedan me. Weke malbatên girtiyan em baş pê dizanin ku hûn bi qanûnên xwe nakin û diguherînin. Dema qanûn tên guherandin divê girtiyên nexweş jî bikarin ji vê sûd bigirin. Divê ev qanûn ne tenê bo hinek kesan bin. Divê ji bo girtiyên nexweş qanûn bên guherandin. Rewşa girtiyan nikare li benda qanûnan bisekine. Rewşa wan giran dibe û gelek girtî dimirin.”
Merwanîyê destnîşan kiriye ku divê partiyên siyasî piştgiriyê bidin wan û vê mijarê têxin rojeva Meclisê.
Merwanî axaftina xwe wiha qedandiye: “Lê em gelek baş dizanin ku ev çend meh in li ser guhertina qanûnan disekinin. Ji ber vê yekê jî divê hemû girtiyên siyasî û nexweş bên berdan. Me derdê xwe carnan bi kurdî û carnan jî bi tirkî anî ziman. Lê bi herdu zimanan jî em nehatin fêmkirin. Qanûnên heta niha dijberî me ne. Heqê ceyranê ji girtiyan distînin. Malbat neçar dimînin ku her meh 500 TLan bişînin. Di vê qeyrana aborî de malbat dê çawa van pereyan bişînin? Divê wezîrê edaletê di vê mijarê de bikeva nava hewldanan.”
Piştî axaftinê jî çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bûye.
Hezar û 605 girtiyên nexweş hene
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî heman raporê ji destpêka sala 2020an û vir ve herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine ku 7 ji wan piştî cezayê wan hate taloqkirin bi demeke kurt can dane.
(AS/AY)