Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Karkerên ku li Balafirxaneya 3yem a Stenbolê kar dikin, ji ber şert û mercên xirab û qezayên di dema karî de, saetên sibê dest ji kar berdabûn. Ji ber ku çalakî di nava karkeran de belav bûbû û berfireh bûbû, cenderme û polîsan mudaxele li karkeran kiribû.
Li ser vê bûyerê, nûnerên karkeran, qaymeqamê navçeyê, fermandarê cendermeyan û Midûr û Serokê şîrketa İGAyê civînek çêkiribûn ku şîrket karên avakirina balafirxaneyê girtiye ser xwe.
Bitikîne - Karkeran li Balafirxaneya 3yem çalakiyek pêk anîye, cendermeyan mudaxele kiriye
Di civînê de nûnerên karkeran daxwazên ku ji 16 xalan pêk hatine pêşkêş kirine. Berpirsê Rêxistinkirinê yê Sendîkaya İnşaat İşê Denîz Gîderî ji cihê bûyerê diyar kiriye ku rêveberiya şîrketê li wan guhdar kiriye, ji bo bicîanîna daxwazan wan li hev kiriye lê şîrketê misogerî nedaye wan ku wê ev daxwaz bi cî bên an na.
Gîderî gotiye ku ew ê sibê jî çalakiyê berdewam bikin û heta daxwazên wan neyên qebûlkirin ew ê dest bi kar nekin.
Daxwazên ku karkeran pêşkêşî rêveberiya şîrketê kirine wiha ne:
- Karkerên ku beşdarî çalakiyê bûne divê ji karî neyên avêtin.
- Karkerên bêyî ku bên agahdarkirin û ji kar hatine avêtin, divê karibin vegerin ser karî.
- Divê pirsgirêka servîsê bê çareserkirin.
- Nivîngeh, lavabo û serşok divê bên paqijkirin, pirsgirêka kezikan bê çareserkirin.
- Ekîbên tenduristiyê divê bi karkeran re eleqedar bibin, kelûpelên dermankirinê divê bên peydakirin, pêkanînên biçûkxistinê yên li hemberî karkeran divê bên bidawîkirin.
- Hemû mehane divê bikeve hesabên karkeran ên bankeyan. Mehane divê bi destan neyê dayîn.
- Hemû mehaneyên ku heta niha nehatine dayîn, divê bên dayîn.
- Karker û formen divê li heman cihî xwarinê bixwin.
- Wezîfedarên İGAyê yên bûne sedema pirsgirêkan divê ji karî bên derxistin.
- Hemû daxwazên karkeran divê li pêşberî çapemeniyê bên xwendin.
- Pirsgirêka mirina karkeran a li ser karî divê bê çareserkirin.
- Cil û bergan divê bidin karkeran.
- Ew dema ku li servîsê dibore divê weke dema karkirinê bê hesibandin.
Di heşt mehan de herî kêm 1290 kes mirine
Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (İSİG), meha Tebaxa 2018ê herî kêm 180 karker di dema karî de mirine.
Di heşt mehên pêşiyê yên 2018ê di dema karî de herî kêm 1290 karker mirine:
Kanûna Paşiyê: 144
Sibat: 128
Adar: 129
Nîsan: 189
Gulan: 169
Hezîran: 151
Tîrmeh: 200
Tebax: 180
(HA/FD)