Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji ber ku daxwazên Osman Evcanî nehatibûn qebûlkirin 44 roj bûn ku ew di greva birçîbûnê de bûye daxwazên wî îro hatine qebûlkirin û wî dest ji grevê berdaye.
Evcan li Girtîgeha Silîvrîyê du sal bûn ku di odeyeka yek kesane de hatibû girtin. Ji bo wî destûr hat dayin ku biçe odeyeka dî, ew ê bikare mafên xwe yê sporkirin û beşdariya sohbetan jî bi kar bîne. Girtîgeh dê xwarinên vegan bide wî.
Evcanî li girtîgehê bi tenê vîtamîn, lîmon, şekir û xwê dixwar û av vedixwar. ew duhî ji ser hişê xwe çûye. Girtîyê 60 salî gelekê zeîf bûbû û bûbû 54 kîlo.
Di cejna qurbanê ya 2017ê de wî diyar kiriye ku ew wê rojê protesto dike. Ji wê rojê pê ve birêvebiriya girtîgehê carinan hewildaye goştî bide wî carinan jî bi gotina wî xwarinên wek ava balavê ji bo wî anîne. Wî ji wê demê ve dest ji xwarinê berdabû.
(ÇT/MB)
Navnîşana ji bo şandina nameyan ya Osman Evcanî ev e: Silivri Kapalı C.İ.K. Oda No: C9-66 Silivri İstanbul.