Xêz: Tarik Tolûnay
ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî Dadgeha Destûrê ji bo Tûrhan Gunay Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Cûmhûriyet Kîtapê biryar girt ku mafên wî hatine binpêkirin û hat tehliyekirin, ji bo girtiyên din ên doza Cûmhûriyetê serî li dadgehê hat dayin. Lê dadgehê ve serlêdan qebûl nekir û daxwaza tehliyeyê qebûl nekir.
Li gorî nûçeya Canan Coşkûn nûçegîhana rojnameya Cûmhûriyetê, 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di biryara xwe de ew tişt parast ku biryara Dadgeha Destûrê ya derbarê Gunayî de bandorê li girtina Mûrat Sabûncû Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Cûmhûriyetê, Akin Atalay Serokê Lijneya Îcrayê û Ahmet Şik nûçegîhanê rojnameyê nake.
“Îdianame, tohmetbarî û delîl yek in”
Piştî ku Dadgeha Destûrê derbarê Tûrhan Gunayî de biryara binpêkirina mafan derxist, parêzerên rojnameyê 12yê Kanûna Paşiyê serî li 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dan û daxwaza serbestiya Sabûncû, Atalay û Şikî kirin.
Parêzeran diyar kiribûn ku serîlêdana nivîskar û rêveberên Cûmhûriyetê û ya Gunayî di heman çarçoveyê de ye û wiha gotibûn; “Biryara wan a girtinê yek e, îdianame yek e, tohmetbarî û delîlên ku ketine dosyayê yek in.”
Dadgehê serlêdana parêzeran nirxand û îdia kir ku biryarên dadgeha bilind bi rengê giştî ne û her biryara ku dide tenê ji bo wê serlêdana ku hatiye kirin derbas dibe.
Heyetê diyar kir ku “Di şert û mercên girtîtiya Mûrat Sabûncû, Akin Atalay û Ahmet Şikî de guhertin çênebûye” û nabe bi nirxandineke berfireh biryara derbarê Tûrhan Gunayî de bandorê li yên din bike û bi pirdengî qebûl daxwaza tehliyeyê red kiriye.
Dadwerekî xwest ku biryara tehliyeyê derkeve
Halît Îçdemîr endamê heyetê li hemberî biryarê derket û xwest ku derbarê rojnamegeran de biryara tehliyeyê bê dayin.
Halît Îçdemîr di civîna 31yê Çiriya Pêşiyê ya ya 2017yê û ya 25ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê de li hemberî biryara heyetê derketibû ku heyetê daxwaza berdewamiya girtîtiyê dabû û xwestibû rojnameger serbest bimînin. (AS/FD)