Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlamenterê CHPyê (PArtiya Komarî ya Gelî) Sezgin Tanrikuluyî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandiye ku daxwazeka lêpirsînê ji bo hevserokê berê yê HDPyê (Partiya Gelan a Demokratîk) hatiye kirin.
Ji bo Demirtaşî hefteya borî daxwaza tehlîyeyê hatibû kirin.
Serdozgeriya Komarî ya Amedê, ji ber axavtina Demîrtaşî ya 20ê Kanûna Pêşiyê ya 2005an di kanaleke televizyonekê de kiribû, îdianame amade kiribû. Dozgerî îdia kiribû ku Demîrtaşî "propagandaya rêxistinê kiriye".
Demîrtaş wê demê Serokê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) ê Amedê û Berdevkê Platforma Demokratîk a Amedê bûye.
28ê Îlona 2010an, 5em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 10 meh cezayê girtinê li Demîrtaşî birî bû, lê cezayê wî hatibû taloqkirin.
Dadgeha Bilind jî ev biryar pesend kiribû. Demîrtaşî serî li DMMEyê dabû.