Ji bo nûçeya tirkî / ingilizî bitikîne
Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) daxwaza Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji nû ve jimartina dengên li Mûşê qebûl nekiriye.
HDPyê di 3ê Nîsanê de serî li Lijneya Hilbijartinê ya navçeya navendî û ya Milazgîr dabû û xwestibû deng ji nû ve werin jimartin. Lê lijneyan ev daxwaz qebûl nekiribûn. Her weha di 5ê Nîsanê de jî bi heman armancê serî li Lijneya Hilbijartinê ya bajêr dabû lê ve daxwaza wan jî nehatibû qebûlkirin.
Sirri Sakik, namzetê Hevşaredariya bajarê Mûşê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî wiha nivîsiye: “YSKyê bi lez û bez, bêyî binirxîne, biryar daye. Wê ev gel we efû neke”.
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPyê diyar kiribû ku “Heke îtirazên wan ên li Mûşê neyên qebûlkirin, ew ê serî li Dadgeha Bilind û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin”.
Li Milazgîrê AKP 3 deng zêdetir standiye
Di hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê de li gorî daneyên ne fermî, li navenda Mûşê rêkeftina Komarê 15 hezar 919 deng standibû, HDPyê jî 15 hezar û 381 yek. Di navberê de 538 deng heye.
Li navenda Milazgîrê jî AKPyê 3 deng ji zêdetir standiye.
Li tevahiya bajar, 2 hezar û 500 dengên ku di 103 sendoqan de hatibûn avêtin hatine betalkirin. HDPyê diyar kiriye ku ev dengên hatine betalkirin, bi piranî dengên wan bûne. Ji bo dengan ji nû ve bijmêrin serî li lijneya hilbijartinê ya navçeyê û lijneya hilbijartinê ya bajêr dabû. Lê daxwaza HDPyê nehatibû qebûlkirin.
Li ser vê rewşê HDPyê serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê dabû. (AS/FD)