Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Danişîna duyemîn a Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur-Fîncanciyê li 24emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat.
Daxwaza parêzeran a guherîna dadger nehat qebûlkirin. Danişîna doza Korur-Fîncancî ya ku girtîbûna wê dewam dike, taloqî 11ê Kanûna Paşiya 2023an hat kirin.
Heyeta ku ji derveyî welat hatiye, Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar, parlamenterên HDPê Serpîl Kemalbay, Oya Ersoy, Huda Kaya, parlamenterên CHPê Sezgîn Tanrikûlû, Alî Şeker û nûnerên saziyên sivîl beşdarî danişînê bûne.
Danişîn bi dûbarekirina nêrîna dozger destpê kir.
Piştre jî parêzera Korur Fîncancîyê Merîç Eyûboglû, daxwaza guhertina salona dadgehê dubare kir.
Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses li dijî biryara dadgehê ya danîşîna borî gotinên xwe got. Her weha Şenses got sînordarkirina parêzeran li dijî CMKyê ye. Dadgehê di danişîna berê de biryar dabû ku tenê 3 parêzer dikare beşdarî danişînê bibe.
Dadgehê daxwazên ji bo guhertina salonê û sinorê sê parêzeran qebûl nekir.
Korûr Fîncanciyê piştî daxwazên têkildarî rê û rêzikê gotinên xwe got.
Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanciyê spasiya dozger kir û dest bi axaftina xwe kir.
"Kê ji welatê kê derdixin"
Korur-Fincanci, anî ziman ku ew ê ne "parastinê", "gotinên xwe" bêje û weha pêde çû:
“Em dibînin ku ev doz ji destpêkê ve bi talîmatekê birêve diçe, berdevkê AKPê hedef nîşan dide, hevkarê biçûk ê hikûmetê jî dibêje ‘bila bê welat bimîne’.
“Ew kê ji welatê kê derdixin, kê ji bo vî welatî tiştên xweştir kiriye, ev gel vê dibîne û dê bibîne.”
“Serokê MSBê dawiya hefteya borî dîsa axivîiye û gotiye ‘Em ê îftiyaran efû nekin’, ev telîmat nebe çi ye?
“Tê gotin ku ez propagandaya rêxistina terorê ya çekdar dikim, bi nirxandina bijîşkî propagandaya rêxistina çekdar çawa dibe? Dibêjin bi sifeta pisporiyê ez vê propagandayê didomînim. Diyare ku divê ji wan re behsa tipa edlî jî bê kirin.”
Min nirxandineke tibî kir. Min bi îdiaya ‘li ser navê rêxistinê çalakî kiriye’ sûcdar dikin. Gelo vegotina xwînîbûna pişikê çawa dibe propaganda? Divê li herêma navborî lêkolîn were kirin. Divê pispor û kesên di qada kîmyayê de dixebitin li wir lêkolînan bikin. Her wiha divê şandeyên serbixwe vê lêkolînê bikin. Bi hedefgirtin û girtina min dixwazin TTB’ê bigirin. Ev yek di vê sedsalê de şermeke mezin e. Li Tirkiyeyê saziya herî jêbawer TTB ye."
"Şirîkê biçûk ê îktîdarê dixwaze TTB were girtin. Lê hempîşeyên me em hilbijartin. Erdogan bi gotinên ‘endama rêxistinê ye’ ez hedef girtim. Heke ez ‘terorîst’ bim, gelo ez ji kîjan rêxistinê me? Ez vê pir mereq dikim. Ez ji Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) me yan ji komeleyeke din? Gelo heke serokkomar wiha bibêje ma dê daraz berevajî vê tevbigere. Lê çi bibe jî dê her tim li hemberî kesên sûcan dikim bim. "
Bixwîne - Şebnem Korûr Fîncanci hatiye girtin
Bixwîne- Şebnem Korûr-Fîncanci desteser kirine
Bixwîne- Şebnem Korûr-Fîncanci: Gelek caran min nîşan daye ku ez bêdeng nabim
Çi bûbû?
Prof. Dr. Şebnem Korûr-Fîncaniya ku pispora tiba edlî ye, di Medya Haberê de axivîbû. Korûr-Fîncanciyê derbarê wan îdiayên ku dibêjin TSKyê di dema operasyonên leşkerî de çekên kîmyewî bikar aniye de, gotibû, wê dîmen temaşe kirine:
“Diyare ku yek ji gazên kîmyewî yên toksîk ên rasterast bandorê li ser sîstema siniran dike hatiye bikaranîn. Her çend bikaranîna wan qedexe be jî, em dibînin ku di dema pevçûnan de tê bikaranîn.”
Korûr-Fîncanciyê diyar kiribû ku li gorî peymanên navnetewî, divê heyetên serbixwe li herêmê lêkolînan bikin û divê li gorî rêgezên Protokola Mînesotayê tevgerin.
Piştî van daxuyaniyan, rojnameya Yenî Şafakê nûçeyek weşand û got: “Gotinên bi îxanetkirinê tijî ji Seroka TTB, Şebnem Korûr Fîncanciyê: Di kanala PKKyê de derew li TSKyê kir.”
Rojnameya Sabahê jî bi heman rengî nûçeyek weşand û got: “Fermandarên teqawidbûyî li dijî derewa ‘çeka kimyewî’ gelekî bihêrs bûn: Bila Şebnam Korûr Fîncanci li ber hiqûqê hesab bide!”
Paşê jî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Berevaniyê Hûlûsî Akarî derbarê îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî de daxuyanî dan û gotin ku ew nûçe ne rast in.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanciyê de lêpirsînek da destpêkirin.(RT/ED/AY)