Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji bo ezilkirina Donald Trump, Serokê DYAyê li Senatoyê civîn pêk hatiye. Di heman civînê de tawana li ser Trumpî hatiye dengdan.
Di dengdayîna ji bo tawanbariya "peywira xwe xirab bi kar aniye" de 48 senatoran dengê "sûcdar e", 52 senatoran jî "ne sûcdar e" daye.
Herwiha di dengdayîna ji bo madeya ezilkirinê ya bi sernavê "astengkirina karkirina Kongreyê" de jî Trump bi dengên 53 "nexêr" û 47 "belê" sûcdar nehatiye dîtin.
Bi vî awayî Trump di dîroka Amerîkayê da piştî Andrew Johnson û Bill Clinton bûye serokê 3yemîn ku di Senatoyê de tawanbar nehatiye dîtin.
Senatorê Komarparêz Romney, Trump ji ber madeyekê sûcdar kiriye
Di dengdayînê da hemû Demokratan derheqê tawanbariyan da dengê "sûcdar e" dane.
Ji aliyekî din ve Senatorê Komarparêz Mitt Romney di dengdayîna ji bo tawanbariya "peywira xwe xirab bi kar aniye" de dengê "sûcdar e", ji bo tawanbariya "astengkirina karkirina Kongreyê" jî dengê "ne sûcdar e" daye.
Pêvajoya ezilkirina Trumpî
Peywendiya têlefonê ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy ya di Tîrmehê da bûbû sedem ku Demokratên di Kongreya Amerîkayê da li dijî Trumpî lêpirsîna ezilkirinê vekin.
Hatibû îdiakirin ku Trump bi rêya têlefonê ji Zelenskiyî xwestiye ku derheqê kurê Joe Biden, namzedê serokatiyê yê ji Partiya Demokratan de lêpirsînê veke.
Seroka Meclisa Nûneran Nancy Pelosiyê di 24ê Îlonê de eşkere kiribû ku bi hinceta "zirar daye ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê" û "îxanetê sonda serokatiyê kiriye" pêvajoya ezilkirina Trumpî dan destpêkirin. Meclisa Nûneran di 31ê Çiriya Pêşiyê de ji bo ûsulên lêpirsîna ezilkirinê deng dabû û biryar dabû ku rûniştinên ji raya giştî ra vekirî bên kirin.
Rûniştinên ji raya giştî ra vekirî yên li Komîteya Istixbaratê ya Meclisa Nûneran jî di 13-21ê Çiriya Paşiyê de hatibûn kirin. Komîteyê dû ra raporeke 300 rûpelî amade kiribû û şandibû Komîteya Edaletê.
Li Lijneya Giştî ya Meclisa Nûneran di dengdayîna 18ê Çiriya Paşiyê de tawanbariyên dijî Trumpî yên "bi şêweyeke ne çê emilandina peywirê" û "astengkirina karkirina kongreyê" hatibûn pejirandin. (TP/FD)