Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bi hinceta ku weaz û xutbeyên xwe bi kurdî dane, derheqê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Alimên Olê (DÎAYDER) de doz hatibû vekirin û serokê komeleyê Ekrem Baran hatibû girtin. 7emîn danişîna doza DÎAYDERê ku serokê komeleyê Baran û 23 endamên wê tên darizandin, li 14êmîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê pêk hatiye.
Baran, ji Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li adnişînê bû û her wiha 10 melayên bi awayekî negirtî tên darizandin, malbat û parêzerên wan jî di danişînê de amade bûn. Li gel vê, nivîskar Oya Baydar, endama Yekitiya ji bo Yekitiyê (DÎB) Nesteren Davutoglû, ji Platforma Em li Rex Hevin (Yanyanayiz) Gurhan Ersoy û Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu jî tev li danişînê bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê danişînê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kiriye. Piştre jî Ekrem Baran axivîye û bal kişandiye ser rewşa girtî ya domdirêj. Baran daye zanîn ku ev salek û nîve bi awayekî derhiqûqî girtî ye û got ku divê ev rewş bi dawî bibe. Baran, diyar kir ku sedemeke domandina rewşa wî ya girtî li holê nîne û bal kişandiye ser kesên bi heman sedemê dihatin darizandin û berdan.
Parêzer Firat Epozdemîr jî destnîşan kir ku di danişînên berê de derket holê ku îfadeyê şahidên nepen û vekirî ji ber xwe ve hatine çêkirin û ev pirs kiriye: “Tevî ku ev rewş tê zanîn, gelo çima miwekîlê min hêjta girtî ye?” Bi domdarî Epozdemîr bal kişand ser doza derheqê xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) ku bi sedema axaftinên li ser telefonê û belavkirin qertên alîkariyê tên darizandin û xwest ku her du dosya bibin yek.”
Melayên tên darizandin û parêzerên wan jî xwestin ku tevdîra kontrola edlî bê rakirin.
Piştre jî dozger mafê axaftinê girtiye û xwestiye ku rewşa girtî ya Baran bidome. Dadgehê, biryara xwe ya navberê daye. Dadgehê, bi hinceta “asta ku doz gihaştiyê” daxwaza yekkirina dosyayan red kiriye û biryar daye ku rewşa girtî ya Baran bidome. Dadgehê, danişîn taloqî 13ê çileya 2023an kiriye.
Bi çi tên tohmetkirin?
Îdianameya ku ji bo DIAYDERê amade kirine, 35 rûpel in û tê de îdia kirine ku komele li gorî daxwazên sîstema KCKYê ava bûye û kar dike.
Rapirsiya derbarê pirsgirêka kurdan a di malpera komeleyê, daxuyaniyên ku ji sala 2013an û heta niha dane çapemeniyê û çalakiyên ku endamên wê beşdar bûne, weke tawan li wan dikin.
Hatiye îdiakirin ku komele, kartên alîkariyê yên dem û dezgehên dewletê dane wan, bi awayekî birêkûpêk dane endamên rêxistinê.
Her weha hatiye diyarkirin ku ji bo Mehmet I. yek ji bersûcên navê wî di îdianameyê de derbas dibe, li IBByê dest bi kar bike, rêveberiya DIAYDERê bûne referans û tevlî wî hin kesên din bi pêşkêşiya komeleyê ketine kar.(EMK/AY)