Di çend rojên dawî de li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê êrişên hêzên serbi hukumeta Sûriyeyê û Tirkiyeyê zêde bûn in. Li piştî êrişan di navbera HSDê û Şamê de peymanek hate îmzekirin.
Xalên peymanê wiha ne:
1. Agirbest û vekişîn: Agirbesteke bilez û giştî li hemû enî û xetên temasê yên di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de tê ragihandin. Hevdem ligel vê, hemû yekîneyên leşkerî yên HSDyê wekî gaveke destpêkî ji bo jinûve belavbûnê, dikişin rojhilatê Çemê Feratê.
2. Radestkirina Reqa û Dêrezorê: Parêzgehên Dêrezor û Reqayê ji aliyê îdarî û leşkerî ve bi awayekî temam û bilez radestî Hikûmeta Sûriyeyê tên kirin. Ev yek radestkirina hemû sazî û dezgehên sivîl li xwe digire. Her wiha dê fermanên bilez bên derxistin da ku karmendên niha di nav wezaretên pêwendîdar ên Dewleta Sûriyeyê de bên bicihkirin.
3. Yekxistina saziyan: Hemû saziyên sivîl ên li parêzgeha Hesekê di nav sazî û pêkhateyên îdarî yên Dewleta Sûriyeyê de tên yekxistin.
4. Kontrola çavkaniyan: Hikûmeta Sûriyeyê kontrola hemû deriyên sînorî û bîrên petrol û gazê yên li herêmê dike. Divê hêzên rêxistinkirî parastina pêwîst misoger bikin ji bo vegerandina çavkaniyan ji Dewleta Sûriyeyê re, li gel li berçavgirtina taybetmendiya herêmên Kurdî.
5. Tevlîbûna artêşê: Hemû endamên leşkerî û ewlehiyê yên HSDyê di nav pêkhateyên Wezaretên Parastin û Navxwe yên Komara Erebî ya Sûriyeyê de tên yekkirin. Ev yekbûn dê li ser bingeheke takekesî û piştî temamkirina tedbîrên pêwîst ên lêkolîna ewlehiyê be. Rutbeyên leşkerî, mafên darayî û pêdiviyên lojîstîkî dê li gorî wê bên dayîn.
6. Bermayiyên rejîma berê: Fermandariya HSDyê pabend dibe ku bermayiyên rejîma berê nexe nav refên xwe û kar bike ji bo pêşkêşkirina lîsteyên navên efserên ji bermayiyên rejîma berê yên ku li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne.
7. Parêzgarê Hesekê: Fermaneke serokatiyê dê were derxistin ji bo destnîşankirina berbijêrekî ji bo wergirtina posta parêzgarê Hesekê, wekî garantiyekê ji bo beşdariya siyasî û nûneratiya xwecihî.
8. Herêma bêçek li Kobaniyê: Dîmenên leşkerî yên giran ji bajarê Kobaniyê tên vekişandin. Hêzeke ewlehiyê ji xelkê bajêr tê avakirin û hêzeke polîsê xwecihî ku ji aliyê îdarî ve girêdayî Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê be, li wir dimîne.
9. Dosyeya DAIŞê: Rêveberiya berpirsiyar a dosyeya girtî û kampên rêxistina DAIŞê û hêzên ku bi ewlehiya van dezgehan hatine erkdarkirin, di nav saziyên Hikûmeta Sûriyeyê de tên yekxistin. Bi vî awayî Dewleta Sûriyeyê bi temamî berpirsiyariya yasayî û ewlehiyê hildigire ser xwe.
10. Postên bilind: Lîsteya berbijêrên ku ji aliyê fermandariya HSDyê ve ji bo postên bilind ên leşkerî, ewlehî û sivîl di nav pêkhateya navendî ya dewletê de hatine pêşkêşkirin, tê pejirandin da ku hevbeşiya niştimanî were misogerkirin.
11. Mafên çandî û "Maktûm": Pêşwazîkirina Fermana Serokatiyê ya hejmar 13 a sala 2026an tê kirin. Ev ferman naskirina mafên çandî û zimanî yên Kurdan û çareserkirina mijarên maf û sivîl ên hilawîstî li xwe digire. Di nav de rewşa kesên netomar (bêwelatîname/maktûm) û gilînameyên mafên milkiyetê yên ku vedigerin dehsalên berê hene.
12. Derxistina PKKyê: Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pabend dibin ku hemû serkirde û endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên ne Sûriyeyî derxin derveyî sînorên Komara Erebî ya Sûriyeyê, bi awayekî ku serwerî û aramiya herêmî misoger bike.
13. Hevkariya bi Amerîkayê re: Dewleta Sûriyeyê pabend dibe ku li dijî terorê (DAIŞ) wekî endameke çalak di Hevpeymaniya Navneteweyî de, bi hevahengiya ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, têkoşîna xwe bidomîne da ku ewlehî û aramiya herêmê were misogerkirin.
14. Vegera koçberan: Kar bê kirin ji bo gihiştina lihevkirinan derbarê vegera ewle û birûmet a xelkê herêmên Efrîn û Şêx Meqsûdê ya bo malên xwe.
Daxuyaniyên têkildarî peymanê weha ne:
Daxuyaniya Tom Barrack
Nûnerê Amerîkayê pesnê Serokkomarî Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî da û got:
"Du serkirdeyên mezin ên Sûriyeyî ku xwedî vîzyona hevpar a rizgarkirina welat û gelê xwe ji zordariyê ne, niha hatine ba hev da ku paşerojeke geştir ji bo hemû Sûriyeyiyan ava bikin. Ev peyman û agirbest xaleke girîng a werçerxanê temsîl dike ku tê de dijberên berê şirîkatiyê li şûna dubendiyê hildibijêrin."
"Kurd parçeyekî bingehîn in"
Tom Barrack bal kişand ser gotinên Ehmed Şer û got, "Serok Şer tekez kir ku Kurd parçeyekî bingehîn ê Sûriyeyê ne. Amerîka di her qonaxê de bi awayekî xurt li pişta vê pêvajoyê ye. Em di heman demê de berjewendiyên xwe yên girîng ên ewlehiya neteweyî di têkbirina bermayiyên DAIŞê de diparêzin û Plana Aştiyê ya Rojhilata Navîn a wêrek a Serok Trump bi pêş dixin."
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev gav dê hêsankariyê bike ji bo ku hevkarên Kurd ên demdirêj bi temamî tevlî Sûriyeyeke yekgirtî û berfireh bibin ku berjewendî û mafên hemû welatiyan diparêze.
Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê
"Em bi hêvî ne Rêkeftina Agirbest û Tevlîbûna Tam a li Sûriyeyê, li ser bingeha yekparçeyiya axê û yekîtiyê hewlên ji bo aramiyê bi awayekî bibiriyar bi pêş bixe. Em bi hêvî ne ku bi temamî were fêhmkirin ku paşerojaSûriyeyê ne bi teror û parçebûnê lê bi bihevrejiyan û tevlîbûnê (entegrasyonê) pêkan e. Em bi hêvî ne Rêkeftina Agirbest û Tevlîbûna Tam a ku îro (18ê Kanûna Paşîn) ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ve hate ragihandin, li ser bingeha yekparçeyiya axê û yekîtiya Sûriyeyê hewlên ji bo avakirina aramî û ewlehiyê bi awayekî bilez û bibiriyar bi pêş bixe.
Em hêvî dikin ku ev rêkeftin ji xeynî gelê Sûriyeyê, di serî de ji bo cîranên Sûriyeyê û ji bo ewlehî û aramiya hemû herêmê bibe alîkar. Ew serdema nû ya ku 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Sûriyeyê dest pê kir û ji bo paşerojeke bextewar derfeteke taybet e, ji îro ve di qonaxeke krîtîk re derbas dibe. Bi fêhmkirina rastiyên li qadê, em hêvî dikin ku hemû kom û ferdên li welat bi temamî fêhm bikin ku paşeroja Sûriyeyê ne di nav teror û parçebûnê de lê di nav bihevrejiyan, yekbûn û tevlîbûnê de ye.
Tirkiye dê piştgiriya xwe ya ji bo hewlên hikûmeta Sûriyeyê ya li ser têkoşîna li dijî terorê û xebatên avakirina welat bidomîne ku li ser bingeha razîbûna gel û bi nêzîkbûneke berfireh û yekbûyî tên meşandin.”
Daxuyaniya Mezlûm Ebdî
Fermandarê Giştî yê Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di derbarê peymana agirbest û entegrasyonê ku ji aliyê serokê HTŞê Ahmed Şara ve hatibû ragihandin de daxuyanî da. Mazlûm Ebdî anî ziman ku ji bo şer rawestînin wan agirbest qebûl kiriyê û wiha got:
“Ji 6ê çileyê vir ve em di nav şerekî dijwar de ne. Şerek li ser me hat ferzkirin. Di encama şer de me gelek şehîd û birîndar dan. Gelek kes jî koçber bûn. Em şehîdên xwe bi bîr tînin û birîndaran re jî şifayê dixwazin. Beriya ku em biçin Şamê me xwest em çend mijaran ji gelê xwe re ronî bikin. Beriya her tiştî em vê bejin; Ew şer li ser me hat ferzkirin. Di 4ê vê mehê de û herî dawî li Hewlêrê me civînek li darxist. Me xwest em pêşiya şer bigirin. Lê mixabin ew şer ji aliyê gelek hêzan ve hatibû plankirin. Ji bo ew şer nebe şerekî navxweyî. Ji ber ku wisa hatiye plankirin. Ji bo ku kuştin zêde çênebin û şer raweste me qebûl kir ku em hezên Dêrezor û Reqayê bikşînin Hesekê. Li ser vê esasê tifaqê çêbû. Li ser vê tifaq piştî em li Şamê vegeriyan em ê rewşê berfireh ji gelê xwe re biaxivin. Lê em bi israrin ku destkêftiyên şoreşê û xusiyeta herêma xwe biparêzin. Ji bo wê çi ji destê me were em ê bikin. Hêza me jî heye. Hewldanên me jî dê berdewam bikin. Ew têkoşîneke demdirêj e. Ez bawer im gelê me, rêxistina me û hevalên me dê di vê têkoşînê de jî bi ser bikevin."
Daxuyaniya Erebistana Siûdî
Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî piştgiriya xwe ji bo peymana agirbest û tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a nav saziyên sivîl û leşkerî yên dewleta Sûriyeyê ragihand û got,
"Em piştgiriyê didin wê peymanê ku di navbera HSD û dewleta Sûriyeyê de hatiye îmzekirin. Ev gav dê bibe sedema xurtkirina ewlehî û aramiyê û jinûveavakirina saziyên dewletê. Siûdî hêvî dike ku ev peyman bibe sedema pêkanîna daxwazên gelê Sûriyeyê yê dost, ji bo bipêşketin û avadaniyê û bidawîanîna wê rewşa ku bi salan e wî welatî girtiye bin bandora xwe."
Daxuyaniya Lindsey Graham
Senatorê Amerîkî gûmana xwe li ser peymana nû ya agirbestê ya di navbera hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de anî zimên û hişyarî da ku hîn agahiyên hûrgilî negihiştine Washingtonê.
Lindsey Graham li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kir û got:
"Ez hêvîdar im ku sozeke bi hêvî be û guherîneke mezin çêbike lê dilgiranî û pirsên min hene. Bi salan e, em mil bi milê HSDyê ku piraniya wan Kurd in, ji bo têkbirina DAIŞê xebitîn. Yek ji berjewendiyên sereke yên ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê ya li Sûriyeyê, hevkariya me ya bi HSDyê re bû."
Graham gelek pirs li ser hûrgiliyên peymanê kirin û pirsî ka gelo ev peyman ji bilî Tirkiyeyê bi hevkarên din ên herêmî re hatiye gotûbêjkirin yan na?
Her wiha pirsî bê ka hêzên Tirkiyeyê beşdarî pêşveçûnên dawî yên li dijî herêmên di bin kontrola HSDyê de bûne yan na.
Graham her wiha pirsî bê ka peyman rê dide hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê di paşerojê de û gelo şêwirmendî bi Îsraîlê re hatiye kirin û wê ti pêşniyar pêşkêş kirine yan na.
Senatorê Amerîkî got, "Pirsên min ên li ser vê peymana agirbestê ya dawî ya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de ji bersivan zêdetir in Ez yek ji wan senatoran im ku pêwendiyeke min a nêzîk bi HSDyê re heye û ez di demeke herî nêzîk de li benda bersiva tam a van pirsan û zêdetir im."
(AY)
*Çavkanî: Rudaw, MA, AW, ANHA

