Daxuyaniyên 1ê Îlonê: “Em di aştî û demokratîkbûnê de bi israr in”
Îro 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Li gelek bajaran daxuyanî hate dayîn.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a şaxa Îzmîrê, Şaxa Îzmîrê ya ÎHDê, Platforma Parastin û Hevgirtina Bajarê Amedê, Rêxistina Navçeya Qovanciyana Xarpêtê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) û Rêxistina DEM Partiyê ya Konyayê têkildarî roja aştiyê daxuyanî dan.
Ji sala 1993yan û heta niha “Hewldanên Aştiyê”
“Bêdengbûna çekan bi tenê aştiyê nayne”
Destpêkê hevserokê giştî ya ÎHDê Cîhan Aydin axivî û wiha got:
“Li Tirkiyeyê di çapemeniyê de, bi taybetî jî di çapemeniya ku li dijî aştiyê ye de, atmosfereke ku dixwazin vê veguherînin dijminatiya aştiyê heye. Em vê yekê bi xemgînî dişopînin. Di encamê de, bêdengbûna çekan bi tenê aştiyê nayne. Şer rawestiya lê belê hafizeya vî şerî li cihê xwe disekine. Lewma divê em, yanî ev civak û hemû komên etnîkî û komên baweriyê yên ku di nav vê civakê de wekî dijmin tê dîtin,rastiya ku vî şerî çêkiriye re rû bi rû bimînin. Divê mirov ji miriyan netirse. Divê mirov rêzê li wan bigire. Divê em êşên hatine jiyîn, hemû êşan bêyî ku bi hev re bidin pêşbirkkirin, wekî giştî deynin ser maseya aştî û rastiyê. Em tenê bi vî rengî dikarin aştiya mayînde ava bikin.”
“Çareserî bi pêkanîna mafên mirovan pêkan e”
Piştre endama rêveberiya ÎHDê Nazli Turan jî diyar kir ku aştî bi avakirina sîstemeke civakî ya demokratîk pêkan e lewma aştî mafekî mirovî ye û destnîşan kir ku dîroka nêz a Tirkiyeyê nîşan daye ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên ewlehîparêz û înkarker nayê çareserkirin û ev tişt anî ziman:
“Polîtîkayên ewlehîparêz bûne sedema mirina bi hezaran mirovan, koçberkirinê, valakirina gundan, windakirinên bi zorê û kuştinan, îşkence û muameleya xirab û astengkirina gelek maf û azadiyên bingehîn. Weke parêzvanên mafên mirovan wekî ku me bi salan gotiye, çareseriya Pirsgirêka Kurd; ne bi tundî û polîtîkayên ewlehiyê re; bi demokrasi, qanûn, hevwelatîbûna wekhev û xistina meriyetê ya mafên mirovan a bi awayekî giştî re pêkan e. Di qonaxa ku îro hatiye de em dibînin ku pencereyeke nû ya çareseriya aştiyane û demokratîk hatiye vekirin. Lê belê bêdengbûna çekan bi tenê nayê wateya aştiyê. Ji bo ku aştiya mayînde bê dabînkirin, divê gavên qanûnî û destûrî yên pêwîst ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, qanûnî û civakî yên ku şer çêdikin, di heman demê de bên avêtin.”
“Şert û mercên Abdullah Ocalan divê ji nû ve bên sazkirin”
Nazli Tûran bal kişand ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku Abdullah Ocalan aktorekî girîng ê pêvajoyê ye ji ber vê şert û mercên wî divê ji nû ve bên sererastkirin û wiha pêde çû:
“Divê bi pêşbînîkirina tecrîda malê yan jî şert û mercên înfazê yên bi vî rengî derfetên hevdîtinê yên bi cîhana derve re bên dabînkirin û ev babet bên girêdan bi mîsyongireke qanûnî. Tedbîrên ku tevlêbûna mîlîtanên çekdar ên vedigerin û kesên ji girtîgehan derdikevin a çalakiyên siyasî û jiyana civakî sînordar dikin, sepandinên ku li dijî ruhê pêvajoyê ne, divê bên rakirin. Ewlekirina pêvajoya bêçekkirinê û vegera jiyana demokratîk bi rêziknameyên qanûnî yên berfireh, dabînkirina ewlehiya aktorên ku di pêvajoyê de cih digirin û vekirina rêya siyasetê ya demokratîk mecbûrî ye. Em Qanûna Çarçoveyî ya ku li parlamentoyê hatiye qebûlkirin, tevî kêmasiyên xwe jî wekî gaveke girîng di warê avakirina zemîna qanûnî ya pêvajoya aştiyê de dinirxînin; lê belê em careke din teqez dikin ku ji bo aştiya mayînde divê qada qanûnê bi perspektîfa mafên mirovan û çareseriya demokratîk were xurtkirin û berfirehkirin.”
Her wiha Nazli Tûran anî ziman ku wekî şaxa ÎHDê ya Îzmîrê ew ê piştgiriya her gaveke demokratîk a ku bê avêtin bikin, kêmasiyên pêvajoyê û binpêkirinên mafên mirovan bişopînin, mafê aştiyê biparêzin û daxuyaniyê wiha bi dawî kir:
“Ji ber em dizanin: Aştî mafekî mirovî ye ku nayê taloqkirin. Rêya aştiya mayînde ji demokrasî, dadmewerî, wekhevî û azadiyê derbas dibe. Di vî 1ê Îlonê de em banga xwe careke din dubare dikin; Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk a bê şer, bê cudakarî ku her kes tê de jiyaneke wekhev, azad û bi rûmet dijî, em di aştî û demokratîkbûnê de bi israr in.”
Amed: “Ji bo aştiyeke mayînde divê bi lez gav bên avêtin”
Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê li Qada Şêx Seîd ya Amedê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî da çapemeniyê.
Nûnerên û rêveberên partiyên siyasî, saziyên sivîl, aktivîstên TJAyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “1ê Îlonê Roja Aştiyê Pîroz Be” hate daliqandin. Metna daxuyaniyê ya bi Tirkî Hevserokê Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz, metna bi Kurmancî jî endama Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr Dîlan Guvenç xwend.
Dîlan Guvenç anî ziman ku şer û pevçûnên ku heta îro li cîhanê qewimîne û hîn jî berdewam in, ji mafê jiyanê heta ku mafê azadiya raman û derbirînê, mafê perwerdehiyê, mafê tenduristiyê, mafê jiyaneke li derdoreke tendurist, mafên aborî û civakî yên bi milyonan mirovan bi awayekî giran binpê kirine û wiha got:
“Ev şer û pevçûn bûne sedem ku li ser civakan travmayên giran çêbibin û başbûna wan zehmet bibe. Herêma Rojhilata Navîn a ku em lê dijîn, di dirêjahiya dîrokê de yek ji wan herêman e ku herî zêde ji ber şer û pevçûnan zirar dîtiye. Ev rastî û dîmena tarî ya ku ji ber rewşa şer derketiye holê, pêwîstiya ku hemû kes ji bo bidestxistina aştiyê zêdetir hewl bidin, nîşan dide. Bi hesta vê berpirsiyariyê, em amadebûna xwe radigihînin ku ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde, hem li herêma xwe û hem jî li seranserê cîhanê, hemû gavên pêwîst bavêjin û berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Herwiha, em bang li hemû aliyên ku di berdewamiya van şeran de berpirsiyar in dikin ku ew jî bi heman hestiyariyê tevbigerin.”
Dîlan Guvenç da zanîn ku ew îsal Roja Aştiyê ya Cîhane bi kelecan û hêviya ku di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de pêşketinên dîrokî pêk hatine û aştiyeke mayînde pêk bê, pêşwazî dikin û wiha axivî:
“Ev ji sedsalekê zêdetir e ji ber ku mafên kurdan ên ku bingeha xwe ji hebûna netewa kurd digirin, nayên pejirandin, pêvajoyeke pevçûnên giran a ku 40 salan domiya, hat jiyîn, me gelek caran daxuyan ku em bi dawîbûna vê pêvajoyê kêfxweş in. Pêşketinên ku di pêvajoya danûstandinê ya ji Cotmeha 2024an ve berdewam dike de pêk hatine, ji bo ku meseleya Kurdan li Tirkiyeyê bi awayekî mayînde ji rewşa şer û şîdetê bê dûrxistin, girîng in. Lê belê eşkere ye ku meseleya Kurdan ku rehên wê vedigerin berî damezirandina Komara Tirkiyeyê, tenê bi dawîhatina şîdetê ji holê ranabe. Ji ber vê yekê, em dixwazin bi hinceta Roja Aştiyê ya Cîhanê pêşniyazên xwe li ser çareseriya mayînde û aştiyane ya vê meseleyê, hem bi hemû aliyên ku beşdarî danûstandinê dibin re û hem jî bi raya giştî re parve bikin.”
Dîlan Guvenç destnîşan kir ku divê tayînkirina qeyiman bê bidawîkirin, hevserokên şaredariyan vegerin ser karên xwe û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn bên sepandin û daxuyaniyê wiha domand:
“Pêkanîna reformên demokratîk ku digel bêçekbûnê bi awayekî paralel dimeşe, ne tenê dê bandoreke erênî li jiyana rojane ya welatiyan bike, dê baweriya civakên Tirkiyeyê bi fikra aştiyê jî zêde bike. Bi taybetî, nîqaşnekirina rewşên ku bûne sedemên derketina şîdetê û tenê bi perspektîfa ewlehiyê nêzbûna Meseleya Kurdan, bûye sedema zêdebûna perçebûna civakî. Êrîşên ku di demên dawîn de li dijî karkerên Kurd ên demsalî hatine pêkanîn û bûyerên ku di maçên Amedsporê de diqewimîn, mînakên têgihiştina nijadperest a ku her tim li dijî pêvajoya aştiyê derdikeve ye. Li dijî van têgihiştinan, hevgirtina hemû partiyên siyasî û beşên civakê li ser zimanê hevpar ê aştiyê, tenê dê rê li ber provokasyonên girantir ên ku dibe pêk bên, negire; dê rêya aştiya civakî jî veke.”
“Divê hemû ramanên siyasî û nêzîkatiyên konjonkturel li aliyekî bên danîn û hemû kesên ku aştiyê dixwazin li hev bicivin. Dê ev pêvajo wisa bi awayekî saxlem û berhemdar pêşde biçe. Çareserkirina meseleya Kurdan, gavêke pir girîng a ku dê li Tirkiyeyê standardên demokrasiyê li bilind bike ye, ji ber vê rastiyê em bang li hemû beşên civakê dikin ku ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde, ku me niha pêdivî pê heye, bi lez gavan bavêjin. Bijî Aştî.”
Xarpêt
Rêxistina Navçeya Qovanciyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) bi mebesta roja aştiyê, ji avahiya navçeyê heta li ber Birca Saetê meşek pêk anî.
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Qovanciyan Yusuf Karaman diyar kir ku divê piştgirî bidin vê pêvajoyê.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî diyar kir ku divê têkoşîna ji bo aştiyê bê mezinkirin û got: “Ji bo xurtkirina siyasetek demokratîk divê qanûnek nû bê derxistin an jî qanûnên heyî bên guhertin.”
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana gelê Kurd" bi dawî bû.
1Ê ILONÊ ROJA AŞTIYÊ
ÎHD: Em mafê aştiyê diparêzin, pêdiviya me bi aştiyê heye
Konya
Rêxistina DEM Partiyê ya Konyayê jî bi boneya 1ê Îlonê daxuyaniyek da. Hevserokê DEM Partiyê yê Konyayê Mulla Şîmşek di daxuyaniya ku li avahiya bajêr hate li dar xistin de axivî û got:
Îro hêzên hegemon li ser cîhanê û ji herêm a me şêr ferz dikin. Şerê li navbera ABD/Îsraîl û Îranê û ser girtina Îsraîlê ya Fîlîstînê jî xuya dike ku hêzên hegemon dixwazin li hêremê şer bidome. Şerê ku hêzên hegemon dixwazin bimeşînin ji bo domandina pergela kapîtalîzm û emperyalîzmê ye. Di serî de bangawaziya birêz Ocalan a 27ê Sibatê ji bo Rojhilata Navîn û hêremê dibe çareseriyek mezin. Ev pêvajo şer ji holê radike û şûna şer û pevçûnan ji aştiyê re dimîne. Aştiyek mayînde heviyên mezin bi xwe re tîne. Em bi hev re tev li çalakiyên 1ê Îlonê bibin û li şûna şer aştiyek bi rûmet ava bikin. Divê ev zemîn mezin bibe. Divê astengiyên li ber siyaseta demokratîk bên rakirin. Divê şert û mercên birêz Ocalan bê sererastkirin. Divê hevrûbûna neheqiyên hatine kirin û êşên hatine kişandin bê kirin. Divê girtiyên siyasî bên berdan. Avakirina Komara Demokratîk li ser esasên wekheviya zayendî, civaka ekolojîk û demokrasiyê ji bo gelên bindest û civaka aştiyane destxistineke mezine.”
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Welat, Ajansa Mezopotamyayê