Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê Karê Derve Mevlût Çavûşoglû piştî hevdîtina bi Sîgmar Gabreîlî Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê civîna hevbeş a çapemeniyê li dar xist.
Di civîna çapemeniyê de derbarê biryara welatên ku têkiliya xwe bi Qeterê re cemidandin de wiha axivî:
“Pêşkitineke wiha ye ku em hemû xemgîn kir. Lê em aramiya herêmê, aramiya herêma Korfezê, yekîtiya wê, hevgirtin û bihevrebûna wê, bihevrebûn û hevgirtina xwe dibînin, weke Tirkiyeyê em ji bo vê jî tevkariyê dikin.
“Herêm gelek bi mijarên weke teror, radîkalîzm, mezhebîtî, îslamîfobî re rû bi rû re dimîne. Di têkoşîna bi van re de xebat û piştevaniya hevbeş girîng e.
“Em ji ber vê rewşa heyî xemgîn in û ji bo asayîbûna vê rewşê helbet ji piştgiriya ku ji destê me tê em ê bidin.
Çi bibû?
Erebistana Siûdiyê, Emîrîyên Yekbûyî yên Ereban, Bahreyn û Misirê biryar da ku ew dê bi Qetarê re têkiliyan nedanin .
Li gor nûçeya Ersîn Arslanî ya di Ajansa Nûçeyan a Doganê de hatî weşandin wan çar dewletan eşkere kiriye ku “da ku ew xwe ji terorê biparêzin” wan têkiliyên xwe yên bi cîrana xwe(Qeter) re betal kirine.
Erbistana Siûdiyê daxuyandiye ku wan “ev biryar ji bo parastina ji tûndî û terorê standiye.”
Erebistana Siûdiyê eşkere kir ku wê hemî têkiliyên serderyayî yên bi Qetarê re jî betal kirine. Wê xwest “dewletên xuşk jî bila heman gavan biavêjin.”
Emîrîyên Yekbûyî yên Ereban, bi daxuyaniyekê eşkere kiriye ku divê dîplomatên ji Qetarê di 48 sietan de terka wî welatî bike, divê welatiyên ji Qeterê di 14 rojan de terka wî welatî bikin û hatina welatiyên ji Qetarê hat qedexekirin.
Wezareta Karên Derve ya Misirê biryar daye ku “ji ber tevgerên dijminane yên Qetarê wan têkiliyên xwe yên digel wê betal kirine.”
Wezîrê Karên Derve yê Qetarê Şêx Muhammed bin Abdurrahman Al Sani gotiye “Ev biryar neheqane hatiye dayin, ji ber vê yekê ez xemgîn im.” (AS/FD)
Fotograf: Cem Ozdel – Ankara / AA