Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokdewletê DYAyê Donald Trûmpî ji bo biryara welatên cîran a derbarê Qetarê de li ser medyaya civakî nirxandin kir.
Trûmpî got ku mijar di dema serdana wî ya Erebistana Sîûdiyê de hatiye rojevê.
Serokdewletê DYAyê Donald Trûmpî piştî ku dest bi erka xwe kir, li derveyî welêt cara pêşîn serdana Erebistana Sîûdiyê kiribû. Di serdana ku du hefte berê çêbibû de Trûmpî, bi Serokomarê Misrê Abdulfettah Sîsiyî re jî civiya bû.
“Fînansmana îdeolojiyên radîkal”
Donald Trûmpî li ser hesabê xwe yê Twitterê duh wiha nivîsî:
“Di dema serdana min a Rojhilata Navîn de min got, êdî wê îdeolojiyên radîkal neyên xwedîkirin. Serokan Qetar nîşan da, binêrin!
“Ez kêfxweş im ku serdana Erebistana Siûdiyê ya ez bi Mîr û nûnerên 50 welatan re civiyam encam daye.
“Diyar kiribûn ku ew ê li hemberî fînansmana tundûtujiyê xeteke hişk bişopînin û hemû şan Qetarê nîşan didin. Dibe ku ev bibe, destpêka dawiya tirsa terorê”. (AS/FD)