Di 6ê Kanûna Pêşîn de piştî peymana ku di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de hate îmzekirin, hêzên serbi hukumeta Sûriyeyê êrişî taxên Kurdan ên li Helebê kirin. Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar têkildarî êrişên artêşa Sûriyeyê daxuyanî da.
Sa’ar îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê daxuyanî da û weha got:
"Êrişên hêzên rejîma Sûriyeyê yên li dijî kêmîneya Kurd a li bajarê Helebê giran û metirsîdar in. Civaka navneteweyî bi taybetî Rojava, deyndarê rûmetê ne ji bo Kurdên ku bi wêrekî û serkeftî li dijî DAIŞê têkoşiyan."
"Zextên sîstematîk û kujer ên li ser kêmîneyên curbicur ên Sûriyeyê li dijî sozên 'Sûriyeya nû' ne. Bêdengiya civaka navneteweyî dê bibe sedema zêdebûna tundiya rejîma Sûriyeyê."
![]()
Aloziya li Helebê roja Sêşemê piştî ku komên hikûmeta Şamê dest bi topbarana giran a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kir, dest pê kir. Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ragihandibû ku ji niha û pê ve hemû pêgehên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê "hedefên leşkerî yên rewa" ne. Ji duh ve artêşa Sûriyeyê û komên çekdar êrişî taxên Kurdan ên Helebê dikin.
Li gorî amarên dawî yên Asayîşa taxên Kurdan ên li Helebê, di encama êrişên bi tank, top û dronan de herî kêm 7 sivîlan canê xwe ji dest daye û zêdetirî 50 kesî jî birîndar bûne.
(TY/AY)
