Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglûyî li vegera serdana Îsraîl û Filistînê di balafirê de pirsên rojnamegeran bersivandiye.
Çavuşoglû derbarê operasyona li Sûriyeyê ku di rojevê da ye gotiye, "Divê çi pêwîst be em bikin."
Çavuşoglû serlêdana Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo endamtiya NATOyê nirxandiye û gotiye, "Eger îradeya wan a ku hêviyên me bi cih bînin hebe em ê bixebitin. Ger bixwazin di zûtirîn dem de bibin endam dê gavan biavêjin."
Çavûşoglû diyar kiriye ku ew ji bo kêşeyên li rojhilatê Deryaya Spî alîgirê "parvekirineke adil in" û wiha pê de çûye: "Divê kes me ji derveyî mijarê nehêlin. Me got ku çavên me li mafê kesî nîne. Aliyê teknîkî wê ji aliyê wezîran ve bê nîqaşkirin"
Çavuşoglu destnîşan kiriye ku DYA li gor peymanê tevnegeriya û wiha gotiye: "We soza xwe ya paqijkirina 30 kîlometreyan ji terorê neanî cih, wê demê paqij bikin."(RT/AY)