Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Mînska paytexta Belarûsê û herêmên din bi hezaran kes beşdarî xwepêşandanên li dijî zext û zordariyan bûne.
Polîsan li nêzîkî qesra serokatiyê ya li Mînskê bi cop û gazê êrişî xwepêşandêran kirine. Li gorî nûçeya BBC Newsê di dema xwepêşandanan de herî kêm 100 kes hatine desteserkirin.
Her weha li Belarûsê 4em hefteye xwepêşandan didomin.
Li piştî hilbijardinên bi gengeşe yê li Belarûsê, hinek kesên mixalîf yên naskirî li wî welatî reviyane.
Aktîvîst Olga Kovalkova kesa herî dawî bû ku aşkere kiribû, ew penahendeyê Polonyayê bûye.(PT/AY/FD)