Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku bi hinceta heqaret li Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu kiriye hatibû vekirin, îro berdewam kiriye.
Li gorî nûçeya MAyê, Demîrtaş beşdarî danişînê nêbûye. Danişîn li 47emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê pêk hatiye. Parêzerê wî Firat Epozdemir tevlî danişînê bûye.
Bi iddiaya ku Demîrtaş di dema qedexeyên derketina derve yên li navçeya Cizîra Şirnexê de ku wê demê di jêrzemînan de gelek kes hatibûn qetilkirin, ji bo Davûtoglû, gotiye “kujerê zarokan” doz lê hatibû vekirin.
Serokê heyetê ragihandiye ku Davutoglu daxwazname pêşkêşî dosyayê kiriye û dev ji giliyê xwe berdaye.
Dadgehê biryar da ku li benda biryara dadgehê ya der barê daxwaza yekkirina dosyayên ji bo îftirakirina Demîrtaş berdewam dike de bimîne. Rûniştina din dê di 23ê Sibata 2023an de bê dîtin.
Her weha dadgehê danişîn taloqî 23ê Sibata 2023an kiriye. (AS/AY)