Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Waliyê Dîlokê Davut Gul weke walî li şûna Alî Yerlîkaya waliyê berê yê Stenbolê wezîfedar kiriye. Yerlîkaya jî weke Wezîrê Karên Navxweyî hatibû tayînkirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokatiya Ragihandinê ve hatiye dayîn de hatiye gotin, "Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan birêz Davut Gul wek Waliyê Stenbolê tayîn kir."
Biryara tayînkirina Gul jî di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin.
Davut Gul kî ye?
Di sala 1974an de li navçeya Xorosan a Erziromê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Horasanê û lîse jî li Lîseya Mehmet Beyazıt a Kadikoyê qedandiye.
Li Zanîngeha Qibrisê ya Rojhilata Nêzîk, Beşa Têkiliyên Navneteweyî qedandiye. Di sala 2000î de li Dîlokê weke qeymeqam dest bi karê kiriye.
Ji 28ê Çiriya Pêşiya 2018an ve waliyê Dîlokê bû.
(NT/AY)