David Julius û Ardem Patapoutian ji bo "keşfên xwe yên reseptorên germ û temasê" îsal hêjayî Xelata Tibê ya Nobelê hatine dîtin.
Serokê Komîteya Nobelê, Thomas Perlmann li Stockholmê daxuyanî dayi û diyar kiriye, Juliusê fîzyologê Amerîkayî û Patapoutianê biyologê molekulan û zanyarê rehikan ê Amerîkayî îsal xelatgirên Nobelê ne.
Keşfa Julius û Patapoutianî "Di hîskirina germ, serma û hêza mekanîk de bingeha molekulan rave dike û ji razên siruştê yekê derdixe holê".
Par Harvey J. Alter, Michael Houghton û Charles M. Rice Xelata Tibê ya Nobelê qezenc kiribû.
Ji sala 1901ê vir va 111 Xelatên Tibê yên Nobelê hatine dayîn. Ji xelatgiran 12 kes jin bûn. (FD)
*Çavkanî: AA