Danişîna doza nûçegihanên MAyê Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayumat, ji ber rewşa lêpirsînên hatine destpêkirin were pirsîn, taloq bû.
3em danişîna doza nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayumat ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 25emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin.
Parêzerên rojnamegeran Şukru Alpsoy û Dîdare Hazal Sumelî di danişînê de amade bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê şandeya dadgehê biryar da ku ji bo dosyayên lêpirsînê yên derbarê Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat de bên pirsîn, danişîn taloqî 11ê Îlonê kir.
(AY)

