Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji ber 6 axaftinên xwe yên di sala 2016an de ji 5 sûcdariyên cuda tê darizandin. Danişîna dozê li 18emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hat lidarxistin.
Demîrtaş, bi îdiayên ku “Dewlet, hikûmet û daraz biçûk xistiye”, “kîn û dijminatî di nava gel de belav kiriye”, “gel teşwîqî sûc kiriye”, “pesnê sûc û sûcdar daye” û “civîn û xwepêşandanên derqanûnî li dar xistiye, birêve biriye û tev li bûye” tê sûcdarkirin. Her weha Demîrtaş tev li danişînê nebû lê parêzerên wî amade bûn.
Parêzerê Demîrtaş, Mahsunî Karaman li dijî sûcdariyan parastin kir û diyar kir ku doza ji ber heman axaftinê û bi îdiaya “dewlet, hikûmet û daraz biçûk xistiye” hatiye vekirin hêj li Dadgeha Îsînafê ye.
Karaman, got ku miwekîlê wî bi heman îdiayê li 3emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Êlihê jî tê darizandin. Dosyayên bi heman sûcdariyê li miwekîlê wî hatine vekirin, beriya niha ji lêkolîna îstînaf û temyîzê derbas bûne. Karaman, xwest ku dosya li Amedê bên komkirin.
Karaman, xwest ku xwe li benda encamên dosyayên li îstînafê bigirin û hemû dosyayan bikin yek dosya. Dozgeriyê jî xwest kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.
Danişîn taloq bû
Li gorî nûçeya MAyê dadgehê biryar da ku xwe li benda encamên dosyayên li îstînafê bigirin û piştî biryara îstînafê jî xisûsa yekkirina dosyayan were nirxandin. Danişîn, taloqî 19’ê Çileya 2026’an hate kirin.
(AB/AY)

