Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mehmet A. di 30ê Tîrmehê de li Meram, navçeya Konyayê ji malbata Dedeogûllari 7 kes qetilkiribû. Yekem danişîna doza ku Mehmet A. û neferên malbatên Keleş û Çalik tê de dad dibin li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê didome.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kujer Mehmet Altûn ji girtîgeha ku lê girtî ye bi SEGBÎSê tevlî danişînê bûye. Her weha ji 10 bersûcên serbest in jê 5 li danişînê amade bûn in. Alî Keleş û Lutfu Keleş ku di 12ê Gulanê de êrişî malbatê kiribûn û hatibûn girtin li girtîgehê bi Sîstema Deng û Dîmenî(SEGBİS) tevlî danişînê bûn in. Herdu di doza êrişê de tên dadgehkirin.
Parlamenterên HDPê Zuleyha Gulum, Oya Ersoy, Mahmût Togrûl, Abdûllah Koç, parlamenterên CHPê Sezgîn Tanrikûlû, Levent Gök, parêzerên Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), serok û nûnerên baroyên Enqere, Amed, Wan, Mêrdîn, Şirnex, Riha û Êlihê, parêzerên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), nûnerên Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û ji navend û navçeyên Konyayê gelek kes tevlî danişînê bûn in. Rojnamegeran jî eleqeyeke mezin nîşanî dozê dane.
Di destpêka danişînê de dozger îddianame xwendiye û piştre îfadeya bersûc hatiye girtin.
Parêzeran qebûl nekirine ku pêş îfadeyê dadkirin destpê bike. Ji parêzerên malbata Dedeogullari Alî Bozan wiha gotiye: “Beriya hûn îfadeyê bigirin, derbasî darizandinê dibin. Di vê rewşê de beyanên wek şîroveyê tên kirin. Bila di destpêkê de ew bêje û pişt re derbasî darizandinê bibin. Pirsên dadgehê ji bo ronîkirina bûyerê ye lê belê beriya îfade were girtin bide pirs tên kirin.”
Li ser îtîraza parêzeran îfadeyên kujer Mehmet Altûnî ji nû ve hatine girtin.
Mehmet A.: Ez sê mehan bêkarbûm
Mehmet A.î di îfadeyê de diyar kiriye ku beriya qetliyamê bike sê mehan ew bêkar bûye û berê ew bi mehaneya herî kêm xebitî ye û pişt re jî ji hin bankan pere kişandiye.
A.yî îdia kiriye ku bûyer ne bi mexsedek nijadperestî pêk aniye û gotiye: “Kesî bi min nedaye kirin. Ez ji zarokatiya xwe ve wê malbatê nas dikim. Armanca min ne kuştinbû. Ne kuştinek bi qestî ye. Heke min bixwesta bi qestî bikuşta, wê çek di destê min de bûya.”
Beriya qetlîamê li 4 bajaran geriya ye
Pişt re dadger pirs ji kujer kiriye. Dadger pirsa “te çima çek li ser xwe digerand” kiriye û A.yî wiha bersiv daye: “Dizî çêdibûn, ji bo ku ez xwe biparêzim min çek digerand.” Dadger pirsa “beriya qetliyamê tu çûyî gelek bajaran bi vê bûyerê re eleqeya wê heye” kiriye û kujer wiha bersiv daye: “Nanîne.” Kujer A.yî gotiye beriya komkujiyê bike ew çûye bajarên wek Eskîşehîr, Stenbol, Enqere û Bûrsayê. Dadger, “karê te nebû çima tu çûyî wan deran?” Kujer bersiv daye û gotiye: “Ji bo ez hinek bêhna xwe bidim çûm, min got ka lê binêrim dikarim çi karî bikim û ez li wir li hotêlan mam.”
Roja bûyerê
Dadger pirsa “Tu kengê û çima çûyî mala Dedeogullari?” Kujer bersiv daye û gotiye: “Berê jî bûyer çêbûbûn, lewma çûm, min pirs bikira çima wisa dikin.” Altûn îdia kir ku dema ew çûye cem malbata Dedeogullari haya kesî jê nebûye û sîlehê jî bi armanca “parastina xwe” li gel xwe biriye û got: “Min benzînê jî ji bo çi li cem xwe biribû nayê bîra min lê belê min got belkî tiştek xerab bibe min licem xwe bir, ne bi niyeta şewitandinê. Wê wesayîtê du roj berê min kirê kiribû. Armanca kirêkirina wesayîtê jî ew bû ku biçim bi wan re biaxivim.”
Kujer Mehmet A. behsa axaftina xwe û malbata Dedeogullari jî kiriye û gotiye: “Min got dixwazim biaxivim. Bariş Dedeogullari ne li mal bû, lê ew jî hat û min got dixwazim biaxivim. Min ji hemûyan re got biçin rûnin. Min nasn nekirin. Ji min xwestin ez rûpoşa xwe derxim, min jî wê kêliyê çeka xwe derxist. Yek ji wan keçikan kevir avêt min, min ê wê kêliyê gule berdaba lê min nexwest.” Li ser vê yekê xizmên malbatê bertek nîşan dan û gotin: “Tiştek mabû ku tu bikî.” Kesên bertek nîşanî kujer dan ji salona danişînê hatin derxistin.
Dadger pirsa “te çend caran gule berda” kiriye. Kujer gotiye: “Nayê bîra min, lê ez bawerim min du caran şarjorê tije kir. Min li malê tije kiribû. Min gule berda yên ku reviyan jî.”
Dadgehê pirsa kesekî an kesan bûyerê pê daye kirin kirin jê kiriye. Lê kujer A. idia kiriye ku kesî bûyer bi wî nedaye kirin.
Pişt re parêzerê kujer axiviye û pirsa, “beriya bûyerê nîqaşek te bi malbatê re derketibû?” kiriye. Kujer Altun gotiye: “Belê nîqaş çêbûbû. Ji bo êrişî me bikin ew li bendê bûn ku em di rê de derbas bibin. Min nexwest ez wisa bikim, ez poşman im.”
Pişt re parêzerên Malbata Dedeogullari pirsan ji kujer kirin. Kujer bersiva pirsên parêzeran da û got: “Ez bi balafirê ji Konyayê çûm Stenbolê. Min li ser WhatsAppê bi hevjîna xwe re dinivîsand. Min fêm kir ku Bariş ne li mal e, ez veqetiyam. Ez geriyam, min carekî wesayîtê stop kir. Mala xwişka min û maktûlan nêzî hev e.”
Îfadeyên binakok
Parêzeran diyar kiriye ku dema Altun hatiye girtin şarja telefona wî hebûye û pirsa, “Te telefona xwe çawa li şarjê daye?” kirin e. Kujer bersiva, “Min şarj nekiriye.” Li ser gotina parêzeran, “Ne mimkun e ku telefona te androîd 4 rojan bêşarj bimîne” Altun got, “Her tim girtibû.” Parêzeran got, “te got tu amadekarî çûyî cihê bûyerê, te sîleh bir, benzîn bir, şarjor bir” kirin û kujer jî got, “belê min biriye.” Parêzeran pirsa, “tu her tim di wesayîta xwe de benzînê digerînî, te çima benzînî stend” kirin. Kujer bersaiva “nizanim” da. Altunî dia kir ku li malê kamera hebûye tunebûye jî wî nizanibûye, lê li ser pirsa parêzeran got, “nayêbîra min.” Parêzeran pirsa, “ji bûyerên berê haya te hebû” kirin. Altun got, “belê min bihîstibû.” Parêzerek dîsa pirsî kujer got, “ez nizanim.”
Parêzeran pirsa perwedehiya bikaranîna çekê jî jê kirin e. A.yî îdia kiriye ku wî tenê li leşkeriyê perwerdehiya çekan girtiye û hînî bikaranîna wê bûye.
Li otelên luks maye
Parêzer Alî Bozan pirsa, “Tu li Stenbolê li Hîltonê mayî, li Eskîşehîrê li hotêla Rixsosê mayî, tu li van hotêlên luks mayî. Kê heqê wan daye û te çawa heqê wan da” kiriye. Kujer diyar kiriye ku nayê bîra wî çend roj li hotêlan maye û heqê hotêlan wî daye û nayê bîra wî ka heqê hotêlan nak3it daye an jî bi kart daye. Parêzeran pirsa ku berê li hotêlan maye ji kujer kirin, lê kuer ewilî got “nemam e” û paşê gotina xwe guhert û got “nayê bîra min.”
Parêzeran pirsa “beriya qetliyamê te ji bankayên cuda kredî kişandine. Beriya tu van krediyan bikişînî ji te kefil xwestin, te belgeyek pêşkêşî wan kir” kirine û kujer jî aniye ziman ku bêkefîl kiriye û ji bilî e-devletê tu belgeyek jî nedaye wan.
Gotinên nijadperest
Pişt re jî bersûcên bûyera 12ê Gulanê Alî Keleş û Lutfî Keleş bi SEGBÎSê îfade dane. Alî Keleş îdia kiriye ku ew tevlî tu buyerek nebûye û gotiye: “Tenê di sala 2010an de bûyerek hebû tenê min wê bihîstiye. Tu samîmiyetek min bi Mehmet Altun re nîne.” Lutfi Keleş jî gotiye: “Min têkildarî bûyera 12ê Îlonê sûc girt ser xwe çimkî hevjîna min jî girtibû, em bi karê cotkariyê re mijûl in û ji kes nebû min sûc girt ser xwe.”
Kujer di telefonê de çek nîşan daye
Keleş gotiye kujer Mehmet A. beriya bûyerê jê re behsa çekan kiriye. Li ser vê yekê parêzer Alî Bozan pirsa, “beriya bûyerê bi çend mehan behsa sîlehê kir, çawa çêbû” kir. Besûc Keleş jî wiha bersiv da: “Di telefonê de wêneyek nîşanî min da. Wêneyê sîlehê. Min got ez jî sîlehan fam nakim. Min got sîleha te jî heye got belê. Em li ba hev bûn. Di Facebooka xwe de nîşan da. Ez nizanim bi sîlehê re eleqeya wî heye an jî na. Em nizanin çi karî dike. Tu kes nizane çi karî dike.”
Pişt re dadgeh derbasî darizandina bersûc Velî Keleş ê li salonê amade bûye. Keleş daye zanîn ku wî di êrişa 12ê Gulanê de cih girtiye û piştî hatiye berdan carekê çek daye destê xwe lê îdia kiriye ku gule bernedaye. Keleşî gotiye: “Saleke min qet gule bernedaye. Çifteya nêçîrî ya bavê min heye. Carna em bi xwe re dibin nav zevî û hinek li wir gule berdidin. Lê ez nizanim çend roj berê bi wê çifteye gule hatye berdan. Roja bûyerê jî ez çûm min dikana xwe vekir. Ez çûm bazarê min kesî nedît. Alî Çalik li min geriya. Got dengê sîleha tê. Min jî got belkî dibe ku gule berdabin kuçikan. Polîs jî êvarê hatin.”
Çi bûbû?
Êrişkarên biçek duh (30 Tîrmeh) di saetên êvarê de bi ser mala malbata Dedeoglûyî de girtibûn û 7 kesên ku li malbûne qetilkirine û piştre agir berdabûn malê û revîbûn. Malbata Dedeogûllari li Kolana Hasankoya navçeya Merama Konyayê dijîn.
Bi îxbarkirina kesên derdorê ekîbên agirkujî û gelek polîs hatine cihê bûyerê. Piştî ku agir hatiye vemirandin terme Yaşar Dedeoglû, Barış Dedeoglû, Serpil Dedeoglû, Serap Dedeoglû, İpek Dedeoglû, Metin Dedeoglû û Sibel Dedeoglû ku bi çekan hatine kuştin, dîtine.
Malbata Dedeogûllari 24 sal in di heman kolanê de dijîn û di 12ê Tîrmehê de rastî êrişa komeke nijadperesta 60 kesî hatibûn. Koma nijadperest êriş bi gefên “Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bîjîn” pêkanîbû. Di êrişa nijadperest de 4 jê jin 7 kes brîndar bûbûn. Piştî êrişê 10 kesên ku hatibûn girtin serbest mabûn.
Heyeta dadgehê daxwaza girtina bersûcên ku berê hatibûn berdan qebûl nekiriye û danişîn taloqî 8ê Sibatê kiriye.
(EMK/AY)